Pompeo: Armanca me cezakirina rejîma Îranê ye, ne xelkê wê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku armanca wan a ji cezayên ser Îranê, cezakirina rejîmê ye, ne xelkê wê.

 

Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand: “Em dê 5ê Mijdarê cezayên herî giran bixin ser rejîma Îranê. Armanca wan cezayan neçarkirina Îranê ye daku dest ji çalakiyên xirab berde.”

 

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha dibêje ku ev ceza rejîmê dikin armanc, ne xelkê Îranê ku ji destê xwînrijandin, dizî û bi awayekî xirab bikaranîna hikûmetê êş dikşînin.

 

Twîta Mike Pompeo di demekê de ye ku Amerîka dibêje roja duşemê hemû cure dorpêç dixin ser Îranê, ku ji ber rêkeftina atomî ku ji sala 2015an ve ji ser Îranê hatibûn rakirin.

 

Amerîka dê dorpêç bixe ser sektorên enerjî, darayî û hinardekirinê yên Îranê. Gera yekem a dorpêçan, piştî ku Donald Trump Amerîka ji rêkeftina atomî vekişand, di meha Gulanê de hatibûn aktîvkirin.