Kesê ku 50 kîloyan kêm bike dê bibe xwediyê Porscheyekê
Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Shandongê ya Çînê navendeke werzişê, pêşbirkeke balkêş li dar xist.
Navendê ragihand ku ew dê otomobîleke ji cureya Porscheyê diyarî wî kesî bike ku di nava 90 rojan de 50 kîloyan kêm bike.
Xelata ku hatiye diyarkirin Porsche Panamerayeke modela 2020an e ku bihayê wê 155 hezar dolar e.
Rahênerê navendê Wang Moyê ji medyaya Çînê re got ku ev pêşbirk ne tenê reklam e û heta niha 8 kesan navê xwe qedy kiriye.
Herî zêde 30 kes dikarin beşdarî pêşbirkê bibin û divê her beşdarek 1400 dolarên Amerîkî bide.
"Jiyana we dikeve xeterê"
Lê belê, hinek bijîşk li dijî vê pêşbirkê derketin û hişyarî da.
Bijîşkekî Çînî yê bi navê Fu Yangson ji dezgehên medyayê re got, "Kêmkirina kîloyan a bi vî rengî bilez, dikare jiyana beşdaran bixe xeterê."
Bijîşkekî din ê Çînî yê bi navê Yan Si jî li ser medyaya civakî wiha nivîsî:
“Di rojekê de kêmkirina 0,5 kîloyan jî zêde ye. Eger kesek ne pir qelew be, ev rewş dikare bibe sedema windakirina masûlkeyan, gêjbûn, weşîna por û gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê.”
Li gorî daneyên Platforma Çavdêriya Obezîteyê ya Cîhanê, li Çînê ji sedî 36,4ê mêran xwedî kîloyên zêde û ji sedî 6,3 obez in.
Di nav jinan de jî ev rêje ji sedî 28,9 xwedî kîloyên zêde û ji sedî 6,8 obez e.