Destgirtiya berê ya kurê Trump êdî Balyoza Yunanistanê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Kimberly Guilfoyleya dozgera berê ya Californiayê, pêşkêşkar û destgirtiya berê ya kurê Donald Trump bû Balyoza Amerîkayê ya Yunanistanê.
Guilfoyleyê di merasîmekê de li Koşka Serokatiyê ya li Atînayê, belgeyên xwe yên dîplomatîk pêşkêşî Serokê Yunanistanê Konstantinos Tasoulas kirin.
Hatina Kimberly Guilfoyleya pêşkêşkara berê ya Fox Newsê di demekê de ye ku Amerîka hewl dide hinardekirina gaza şil a xwezayî (LNG) ji bo Ewropayê bi rêya benderên Yunanistanê zêde bike.
Serokê Yunanistanê Konstantinos Tasoulas di dema pêşwaziyê de ji Guilfoyleyê re got:
"Wekî ku hûn dibînin, ji bo hatina we bendewariyeke mezin hebû.
Bendewariyeke mezin ku hûn dikarin ji hejmara nûçegihan û wênegiran fêm bikin."
Guilfoyleyê di bersivê de anî ziman:
"Ez dizanim. Gelekî baş miamele bi min re hat kirin.
Tecrubeyeke hêja ye. Gelekî baş e ku ez careke din li Atîna û Yunanistanê me."
Dîplomata nû diyar kir ku ew berê ji bo weşana Olîmpiyadên 2004an û ji bo meha hingivînê çûye serdana Yunanistanê.
Guilfoyleyê di beşeke din a axaftina xwe de da zanîn:
"Dema ez 18 salî bûm, li Zanîngeha UC Davisê min bi mamosteyê xwe Profesor Spiridatisi re dest bi xwendina dîroka kevnar a Yunan-Roman kir.
Ji ber vê yekê min di tevahiya jiyana xwe de girîngiyeke mezin daye dîroka Yunan-Roman."
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright û Wezîrê Karên Navxwe Doug Burgum vê hefteyê ji bo gotûbêja berfirehkirina hinardekirina gazê ya Ukraynayê, biçin Yunanistanê.
Li gorî planê, Guilfoyle û berpirsên Amerîkî dê bi Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis re bicivin.
Di heman demê de, Wezîrê Şer ê niha yê îdareya Trump, Pete Hegseth jî berê li Fox Newsê pêşkêşkar bû.
Kimberly Guilfoyle kî ye?
Kimberly Ann Guilfoyle 9ê Adara 1969an li San Franciscoyê ji dayîk bûye.
Di navbera salên 2001 û 2006an de destgirtiya Gavin Newsom, hakimê niha yê Californiayê bû.
Di navbera 2006 û 2009an de jî destgirtiya bazirganê Amerîkî Eric Villency bû.
Ji 2018an heta 2024an pêwendiyeke wê ya evînî bi Donald Trump Jr., kurê Serokê Amerîkayê Donald Trump re hebû lê bi awayekî yasayî nezewicîn.
Guilfoyle sala 2004an li kanala Fox Newsa Amerîkayê dest bi kar kir û bernameya "Both Sides" pêşkêş kir.
Sala 2018an dev ji Fox Newsê berda û bi kurê Trump re dest bi karê siyasî û kampanyaya ji bo Donald Trump û polîtîkayên wî kir.
Guilfoyle sala 1994an li Zanîngeha Californiayê bawernameya lîsansê di warê yasayê de wergirt û li San Franciscoyê wekî dozgera giştî dest bi kar kir.
Piştre bawernameya doktorayê di warê yasayê de wergirt.
Ji bilî karên dîplomasi, yasa, siyasî û medyayî Guilfoyle nivîskar e jî.
Sala 2015an pirtûkeke li ser jiyana xwe ya bi navê "Making the Case: How to Be Your Own Best Advocate" weşand.
Nîsana 2024an Guilfoyleyê ragihand ku wê pirtûkeke nû ya ji bo zarokan a bi navê "The Princess and her Pup" nivîsandiye lê ew hîn nehatiye weşandin.