Nifûsa wê nîvê ya Hewlêrê ye û ji serxwebûnê kêmtir naxwaze
New York (Rûdaw) - Sehraya Rojava, wekî "koloniya dawî ya Afrîkayê" tê naskirin. Gelê wê yekane gelê Afrîkayê ye ku hîn serxwebûna xwe bi dest nexistiye.
Rûberê wê nêzîkî heft qatî Herêma Kurdistanê ye lê hejmara şêniyên wê nagihîje nîvê parêzgeha Hewlêrê yanî 600 hezar kes li wî welatî dijîn.
Roja înê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser siberoja wî welatî biryareke bi nîqaş derxist.
Biryara ku Amerîkayê piştgirî dida wê, pişta plana Mexribê ya ji bo otonomiyê digire.
Mexrib naxwaze serxwebûna tam bide Sehraya Rojava.
Konseyê diyar kir ku divê alî dest bi dan û standinan bikin.
Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz got:
"Em bangî hemû aliyan dikin ku di van çend hefteyên bê de bên ser maseya dan û standinan û beşdarî gotûbêjeke cidî ya li ser pêşniyara otonomiyê ya Mexribê bibin."
Neteweyên Yekbûyî dê navbeynkariya Mexrib û Sehraya Rojava bike
Neteweyên Yekbûyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Staffan de Mistura dê serpereştiya hewlên çareseriyê bike.
Staffan de Mistura berê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê bû.
Ev pirsgirêk zêdetirî 50 salan e berdewam dike û 10 heta 20 hezar kes di vî şerî de hatine kuştin.
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Helbet, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî Staffan de Mistura dê serpereştiyê bike û dê vê biryarê bi kar bîne da ku bi aliyan re têkiliyê deyne û bibîne ka em dikarin ji nû ve dest bi dan û standinan bikin."
Sierra Leone li Neteweyên Yekbûyî nûnertiya Sehraya Rojavayê dike
Welatê Afrîkayê Sierra Leoneyê ku endamê Konseya Ewlehiyê ye piştgirî da biryarê.
Rûdawê ji Balyozê Sierra Leoneyê pirsî, "Welatê we xwedî dîrokeke dijî kolonyalîzmê ye û mafê çarenivîsê diparêze.
Hûn çawa dengê xwe yê ji bo otonomiyê bi van prensîban re diguncînin?"
Balyozê Sierra Leoneyê yê li Neteweyên Yekbûyî Michael Imran Kanu ji Rûdawê re got, "Li Sehraya Rojava, înîsiyatîfek heye ku piraniya welatên endam piştgiriyê didin wê.
Ev dikeve çarçoveya prensîba mafê çarenivîsê loma em piştrast in ku ev yek li gorî yasayên navneteweyî û bendên Neteweyên Yekbûyî ye."
Li Neteweyên Yekbûyî, nûnerê Sehraya Rojava, herêma Eniya Polisario ye û ew bi tundî li dijî biryarê derket.
Polisarioyê ragihand ku ew ji serxwebûna tam kêmtir tiştekî qebûl nakin.
Nûnerê Eniya Polisarioyê Sidî Omer got, "Eniya Polisario yekane nûnera rewa ya gelê Sehraya Rojava ye.
Gel li hemû cîhanê daketiye kolanan û bi dengekî bilind û zelal dibêje ku ew bi tundî dev ji mafê çarenivîs û serxwebûnê bernadin."
Rûdawê pêwendî bi nûnertiya Mexribê ya li Neteweyên Yekbûyî re kir lê ti bersiv wernegirt.
Cezayîr li gel serxwebûnê ye
Li Konseya Ewlehiyê tenê Cezayîr li dijî biryarê sekinî û piştgirî da serxwebûna Sehraya Rojava.
Balyozê Cezayîrê yê li Neteweyên Yekbûyî Emmar Bencame got, "Ev biryar gelekî di bin asta hêvî û daxwazên rewa yên xelkê Sehraya Rojava de ye."
Çîn û Rûsyayê dengê bêalî bi kar anîn. Ji ber ku ti welatekî veto nekir, proje hat pesendkirin.
Ji ber dijberiya tund a Sehraya Rojava û redkirina otonomiyê, ne diyar e ka dê bandora vê biryarê li ser erdê çawa be.