Yekîtiya Ewropayê: Divê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan reform bên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ew guherînên erênî yên li Tirkiyeyê û danîna çekan a PKKyê pêşwazî dikin.

Her wiha got, divê ji bo çareserkirina Pirgirêka Kurdan li Tirkiyeyê reformên pêwîst bên kirin.

Berdevk ji Edîtorê Beşa Navneteweyî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefa re axivî.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê got, "Em guherînên erênî yên pêvajoya xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê pêşwazî dikin."

PKKyê 26ê Çiriya Pêşîn li Qendîlê di konferanseke rojnamegeriyê ragihandibû ku wê dest bi vekişîna gerîlayên xwe yên li Bakurê Kurdistanê kiriye.

Her wiha komeke gerîlayên PKKyê di 11ê Tîrmeha îsal de çekên xwe şewitandibûn.

Wan ev yek ji bo berdewamiya pêvajoya çareseriyê li Şikefta Caseneyê ya li parêzgeha Silêmaniyê pêk anîbû.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê got, "Pêvajoyeke aştiyê ya cihê baweriyê ji bo çareseriyeke siyasî gaveke erênî ye."

Yekîtiya Ewropayê bangî hemû aliyan kir ku vê derfetê bi kar bînin.

Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku alî dest bi pêvajoyeke berfireh a li ser bingeha diyalog û lihevkirinê bikin.

Her wiha rayedarên PKKyê ji bo berdewamiya pêvajoya aştiyê hejmarek reform û guherîn ji Tirkiyeyê xwestine.

Di nav wan daxwazan de azadkirina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan heye.

Serkirdeyên PKKyê dixwazin ji bo vegera gerîlayan yasayên entegrasyonê bên derxistin û girtiyên PKKyê jî bên azadkirin.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku dîtina çareseriyeke dadperwerane û herdemî dê di berjewendiya hemû welatiyên Tirkiyeyê de be û ev yek dê bandorê li aramiya tevahiya herêmê jî bike.

Yekîtiya Ewropayê: PKK hîn jî gef e

Berdekê Yekîtiya Ewropayê derbarê pirsa derxistina PKKyê ji lîsteya rêxistinên "terorîst" a Yekîtiya Ewropayê jî de got, "Yekîtiya Ewropayê bi temamî wê gefa ku PKK ji bo ewlehiya Tirkiyeyê çêdike, nas dike."

PKK ji sala 2002an ve ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wekî "rêxistineke terorîst" hatiye binavkirin.

Ev lîste her şeş mehan carekê tê çavdêrîkirin û cara dawî heta 31ê Kanûna Paşîn a 2025an hatibû dirêjkirin.

PKKyê piştî 41 salan ji têkoşîna çekdarî, di 12emîn kongreya xwe de biryar da ku xwe fesix bike û dawî bi şerê çekdarî bîne.

Kongreya PKKyê 12ê Gulana 2025an hat lidarxistin. PKKyê di kongreyê de biryara xwefesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da.

Abdullah Ocalan 27ê  Sibatê bang li PKKyê kiribû ku kongreya xwe pêk bîne.