Merz Serokkomarê Sûriyeyê vexwend Almanyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku wan Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer vexwendiye Almanyayê.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku wan bi mebesta piştevaniya aramiya Sûriyeyê û gotûbêja li ser vegera welatiyên Sûriyeyê, Ehmed Şer vexwendiye Almanyayê.

Merz bal kişand ser nîqaşên karûbarên dersînorkirinê yên di nava raya giştî de û got:

"Helbet em dê şandina tawanbaran bidomînin. Plan ev e. Wezîrê Karên Navxweyî jî li ser vê mijarê dixebite.

Merz tekezî kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qediyaye û wiha pê de çû:

"Li Almanyayê êdî mafê penaberiyê tuneye, ji ber vê em dikarin dest bi dersînorkirinê bikin.

Lê belê ez di wê baweriyê de me ku beşeke mezin a penaberan dê bi dilxwazî vegerin Sûriyeyê.

Yên li Almanyayê ku vegera welatê xwe red dikin, helbet pêkan e paşerojê bên dersînorkirin.”