Guterres ji bo Sudanê hişyarî da
Hewlêr (Rûdaw) - Antonio Guterres hişyarî da ku şerê li Sudanê "ji kontrolê derketiye" û bang kir, "pêwîst e em vê komkujiya ku nayê tehemulkirin rawestînin".
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di civîna NYyê ya ku li Qeterê tê lidarxistin de axivî û rewşa Sudanê nirxand.
Antonio Guterres bi bîr xist ku bajarê Faşirê yê li herêma Darfurê ketiye bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) û got ku şerê li herêmê "ji kontrolê derketiye".
Guterres rewşa li herêmê wekî "yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê" bi nav kir û banga "agirbesteke demildest".
Sekreterê Giştî da zanîn ku ew bi berdewamî raporên li ser binpêkirinên mafên mirovan werdigirin û got:
"Bi sed hezaran sivîl di bin vê dorpêçê de ne.
Mirov ji ber kêmasiya xwarinê, nexweşî û tundiyê dimirin."
"Divê êdî çek nekevin Sudanê"
Guterres li ser rola hêzên aştiyê yên navneteweyî li Sudanê rawestiya û diyar kir ku girîng e "hemû navneteweyî û aliyên ku bandora wan li ser Sûdanê heye bicivin da ku şer rawestînin" û wiha pê de çû:
"Eşkera ye ku pêdiviya me bi agirbestê li Sûdanê heye. Divê em vê komkujiya bêtehemul rawestînin.
Yek ji şertên sereke yên ji bo rawestandina şer ew e ku em piştrast bin ku êdî çek nekevin Sûdanê.
Ji ber ku sûcên ku tên kirin gelekî hovane ne, divê em mekanîzmayên berpirsyariyê ava bikin."
HDK ji bo berdana sivîlan fîdyeyê dixwaze
Li aliyê din, hat ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) ku ji 15ê Nîsana 2023yan ve bi artêşa Sudanê re şer dike, ji bo berdana sivîlên ku li Faşirê desteser kirine, fîdyeyê dixwaze.
Birêvebirê eşîreke herêmî yê Darfurê Ebdulqasim Omer Gendûlî ji AAyê re axivî û diyar kir ku hêzên HDKyê hinek sivîlên ku ji Faşirê derketine, desteser kirine.
Gendûlî da zanîn ku HDKyê ji bo berdana wan kesan bi malbatên wan re ketiye pêwendiyê û anî ziman:
"Me ji bo 3 kesên ku ez nas dikim 20 milyon cûneyhê Sudanê (nêzîkî 5 hezar û 800 dolar) da.
Ji bo du kesên din me 18 milyon cûneyh (nêzîkî 5 hezar û 200 dolar) da.
Ev fîdyeyek e. Kesên ku min behsa wan kir niha hatine berdan û gihîştine bajarê Tavîlayê."
Şerê li Sudanê û binpêkirinên HDKyê
Li Sudanê ji 15ê Nîsana 2023yan ve di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de şer û pevçûnên dijwar hene.
Faşirê bajarê herî mezin ê herêma Darfurê piştî şer û pevçûnên dijwar bi piranî kete bin kontrola HDKyê.
Hatibû ragihandin ku HDK li bajêr bi zorê sivîlan ji cih û warên wan dike û gelek kesên bêçek kuştine û şkence li wan kiriye ku dîmenên van kiryaran ji aliyê endamên HDKyê bi xwe ve hatibûn parvekirin.