Li Hindistanê du trênan li bin guhê hev xist, 8 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Çatisgarhê ya Hindistanê, trêneke rêwiyan û trêneke bar li bin guhê hev xist û 8 kes mirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Hindustan Timesê, qeza li nêzîkî herêma Bilaspurê ya eyaleta Çatisgarhê çêbûye.

Rayedaran diyar kir ku di encama lihevxistina trêneke rêwiyan û trêneke bar de, li gorî agahiyên destpêkê 8 kes mirine û 14 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo kesên di bin kavilan de mane didomin û diyar kir ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên li derdorê.

Di dîmenên qezayê tê dîtin ku vagona pêşî ya trêna rêwiyan bi temamî parçe bûye.