Bîlançoya erdheja li Efxanistanê: 27 mirî û 956 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedaran ragihand ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdheja bi hêza 6,3 pileyan a ku doh li Efxanistanê qewimî bi dawî bûne.

Li gorî daxuyaniyan, di erdhejê de 27 kes mirine û 956 kes jî birîndar bûne.

Heyva Sor a Efxanistanê jî ragihand ku erdhejê zerer daye 1,037 xaniyan û bûye sedema ziyanên mezin ên canî û madî.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), erdhej di kûrahiya 28 kîlometreyan de li nêzîkî bajarê Mezar-î Şerîfê qewimiye.

Hat ragihandin ku piraniya qurbaniyan li parêzgehên Samangan û Belxê ne.

Li gorî parêzgehan hejmara qurbaniyan wiha ye:

Samangan: 13 mirî û 418 birîndar

Belx: 12 mirî û 435 birîndar

Bexlan: 1 mirî û 19 birîndar

Kunduz: 65 birîndar

Cewzîcan: 3 birîndar

Sar-e Pul: 1 mirî û 16 birîndar

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qediyane û operasyonên alîkariya lezgîn berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiya Giştî jî piştrast kir ku birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.