Hîllary Clînton: Divê em piştevaniya şervanên jin ên kurd bikin
Amerîka (Rûdaw) – Wezîrê berê ya Derve ya Amerîkayê Hîllary Clînton, diyar kir ku divê Amerîka piştevaniya şervanên jin ên kurd li Kobanî bike.
Hîllary Clînton, îro li Zanîngeha George Towan a bajarê Washingotin gotarek pêşkêş kir û got, şerê Sûriyê piralî ye û milîsên Hizbullaha Libnanê şûna Îranê şer dikin.
Clînton anî ziman ku çekdarên DAIŞê bi awayekî sîstematîk li dijî jinan sûc û tawanên giran dikin û wiha axivî:
“Jinên kurd pir bibandor û organîzekirî şerê DAIŞê dikin û wî şerê de roleke mezin dilîze lewma divê em piştevaniya wan bikin.”
Li Kobanî, jibilî şervanên xort şervanên jin jî hene ku xwe wek Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) organîze kirine û şerê DAIŞê dikin.