Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Fransa François Hollande îro serdana gemiya leşekrî ya wî welatî ya bi navê Charles de Gaulle kir, ku li Deryaya Spî û nêzîkî beravên Sûriyê ye û balafirên li ser wê gemiyê êrişan li dijî DAIŞê di nav axa Sûriyê de pêk tînin.
Li gor agahiyan, armanca serdana Serokê Fransayê François Hollande ev e ku ji nêzîk ve agahdarê karûbarên wê gemiya leşkerî be ku balafir jî li ser dirûnin û radibin.
Piştî êrişê terorîstî yên li Parîsê ku rêxistina DAIŞê berpirsyariya wan êrişan girte ser xwe, Fransayê biryar da ku êrişên xw eli dijî DAIŞê berfirehtir bike û li Sûriyê jî êrişî navendên çekdarên DAIŞê dike.
Piştre gemiya leşkerî ya Charles de Gaulle ber bi beravên Sûriyê li Deryaya Spî hat şandin û balafirên şer ên Fransayê bo yekem car li ser wê gemiyê navendên DAIŞê li bajarê Reqa ya Sûriyê ku wek paytexta sembolîk a DAIŞê jî tê naskirin, bombebaran kirin.
Hollande di vê serdana xwe y abo ser gemiya Charles de Gaulle de mijara rûbirûbûna bi DAIŞê û şerê li dijî rêxistinên tundrew li Iraqê û Sûriyê ligel leşkerên Fransayê nirxand.
Fransa endamekî giring ê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û ji 13ê Îlona 2014ê ve heya niha navendên DAIŞê li Iraqê bombebaran dike. Herwiha piştî êrişên li Parîsê êrişên xwe yên li dijî wê rêxistinê berfirehtir kirin û li Sûriyê jî êrişî DAIŞê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse