Pisîk kuştibû û xwaribû: Cezayê wê diyar bû!

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê dadgehê ji ber kuştin û xwarina pisîkekê salek ceza da Allexis Ferrellê.

Li eyaleta Ohioyê ya Amerîkayê ji ber şkenceya li ajelan û kuştina wan, salek ceza li Allexis Ferrella 27 salî hat birîn.

Hat destnîşankirin ku Allexis Ferrellê meha tebaxê li kolanê pîsikek kuştiye û ew xwariye.

Polîs piştî xeberdayîna cîranan çûbûn cihê bûyerê.

Di kamerayên polîsan de xuya dibe ku xwîn li ser dest û rûyê Ferrellê heye.

Dadgehê roja duşemê piştî rûniştina dozê salek cezayê girtîgehê da Allexis Ferrellê.