Li Amerîkayê balafireke F-16 ket

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku balafireke şer a tîpa F-16 ya tîma rapêşiyê ya Hêzên Asmanî yên Amerîkayê (USAF) li başûrê eyaleta Kalîforniyayê ketiye xwarê.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Hêzên Asmanî ya Nellisê, balafira şer a F-16C Fighting Falcon a girêdayî tîma akrobasiyê ya "Thunderbirds"ê ya di bin banê USAFê de, li herêma San Bernardinoyê li nêzîkî Balafirgeha Tronayê ketiye.

Di daxuyaniya Departmana Agirvemirandinê ya Navçeya San Bernardinoyê de hat diyarkirin ku pîlot beriya ketina balafirê xwe avêtiyê û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafir li herêma Tronayê ku nêzîkî 290 kîlometreyan li bakurê Los Angelesê ye, "li ser qada asmanî ya kontrolkirî ya Kalîforniyayê" beşdarî erkekî rahênanê bûye.

Hat ragihandin ku xebatên ji bo lêkolînkirina sedema ketina balafira şer didomin.

Fîloya ku navê wê yê fermî "Fîloya Rapêşiyên Asmanî ya Hêzên Asmanî yên Amerîkayê" ye û di nav gel de wekî "Thunderbirds"ê tê naskirin, li asmanan bi lezeke zêde şovên akrobasiyê yên balkêş pêşkêş dike.