Amerîkayê ji bo 2 hackerên Îranî 10 milyon dolar xelat danî

Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya "Xelat ji bo Dadweriyê" (Rewards for Justice) ya Amerîkayê ragihand ku wan ji bo bidestxistina agahiyên derbarê du hackerên Îranî 10 milyon dolar xelat diyar kiriye.

Ew hacker bi êrişên sîber ên li ser jêrxanên girîng ên Amerîkayê tên tohmetbarkirin.

Li gorî daxuyaniya bernameyê, ew çalakiya sîber ji aliyê Serokê Rêxistina Şehîd Şûşterî Mihemed Baqir Şîrînkar û hevala wî ya nêzîk Fatîme Sadiqiyan Kaşiyê ve dihat birêvebirin.

Bernameya "Xelat ji bo Dadweriyê" xelatan dide kesên ku agahiyan bidin an bibin sedema desteserkirina kesên ku êrişên sîber li dijî binesaziya sîber a Amerîkayê pêk tînin.

Rêxistina Şehîd Şûşterî û Supaya Pasdaran

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Şehîd Şûşterî" rêxistineke sîber a girêdayî Fermandariya Elektronîk a Supaya Pasdaran a Îranê ye û ji bo çalakiyên xwe yên li Amerîkayê çend navên sexte bi kar anîne.

Her wiha hat destnîşankirin ku êrişên wê rêxistinê zerereke mezin a maddî gihandiye gelek şirket û ajansên hikûmeta Amerîkayê û bûye sedema rawestandina karên wan ên rojane.

Sektorên ku rêxistinê herî zêde êrişî wan kiriye ev in: Medya, veguhastina deryayî, geşt, enerjî, darayî û pêwendî yên li Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn.

Destwerdana (midaxele) di hilbijartinan de

Li gorî daxuyaniya bernameyê, rêxistin li pişt gelek êrişên sîber û kampanyayên cuda bûye da ku bandorê li Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya sala 2020î bike.

Armanca van êrişan ew bûye ku bandorê li nêrîna xelkê ya ji bo dengdanê bikin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Mijdara 2021ê bi biryara hejmar 13848, ew rêxistin bi hewldana destwerdana di hilbijartina 2020î de tohmetbar kiribû.

Wê demê navê rêxistinê wekî "Emniyet" dihat naskirin.