Besam Îshaq: Îhtimal heye ku Îlham Ehmed here Stenbolê

Hewlêr (Rûdaw) - Besam Îshaq da zanîn ku îhtîmal heye Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed here Stenbolê.

Endamê Nûnertiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Besam Îshaq beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û bersiv da pirsên Dildar Herkî.

"Ti nameya nivîskî ya Ocalan nîne"

Besam Îshaq pirsa "Gelo nameyeke Abdullah Ocalan gihîştiye we û tê de behsa HSD û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin?" wiha bersivand:

"Ti nameya nivîskî nîne lê ew diyaloga ku li Tirkiyeyê di navbera Parlamentoya Tirkiyeyê û Birêz Abdullah Ocalan de tê kirin, bi serê xwe peyamek e ji bo rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê, HSD û Rêveberiya Xweser.

Ez bawer dikim ku peyam ew e ku çareserî divê bi rêya diyalogê be.

Dema diyalog û têgihîştina siyasî hebe, çareseriya mijarên leşkerî jî dikare li pey were."

Sûriye û diyalog

Besam Îshaq li ser pirsa "Diyalog di navbera kê de ye û gelo niha diyalog heye?" got:

"Ji bo HSDyê, diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û HSDyê û rêveberiya nû ya Şamê de ye. Dem bi dem dan û standin çêdibin."

Besam diyar kir ku piştî serdana Balyoz Thomas Barack a Şamê, niha diyalog didome û got:

"Hewlên bipêşxistina diyalogê hene. Em hêvî dikin ku diyalog bibe sedema çareseriyeke siyasî ya bi lihevkirina her du aliyan.

Em hêvî dikin ku piştî vê yekê, rêkeftineke siyasî ku aramiya Sûriyeyê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê garantî bike, pêk were. Wê demê hevkarî û yekbûna leşkerî hêsantir dibe."

Destpêkê lihevkirina li ser şêweyê dewletê

Nûnerê MSDyê destnîşan kir ku mijar ne tenê hebûna xalên hevpar e, li ser têgehên bingehîn ên dewleta Sûriyeyê jî nakokî hene û got:

"Pêwîstî bi diyalogên kûr heye û demê dixwaze.

Bêyî ku têgihîştineke siyasî li ser şêweyê dewletê, cewhera dewletê û sîstema hukim hebe û mafên hemû Sûriyeyiyan bên parastin, zehmet e ku yekbûna leşkerî çêbibe.

Mîna ku niha li Tirkiyeyê di mijara Kurdan de çêdibe, diyalog û têgihîştina siyasî bû sedema devjêberdana çekan."

"Ez bawer dikim…”

Besam Îshaq li ser sîstema Sûriyeyê ya paşerojê (navendî yan nenavendî) jî got:

"Ez bawer dikim ku dê bibe dewleteke nenavendî lê nîqaş li ser şêweyê wê ye. Divê nenavendîbûn wekî amûreke yekîtiyê were şîrovekirin, ne wekî amûreke dabeşkirinê.

Rêveberiya Şamê herî zêde navendîbûnê dixwaze.

Em ne li dijî wê yekê ne ku di mijarên serweriyê yên wekî siyaseta derve û aboriyê de navendîbûn hebe.

Lê di warê siyaseta bicihhêner de em dixwazin desthilatên birêvebiriyên xwecihî hebin. Nakokî ne li ser nav e, li ser naverokê ye."

Diyalog û dan û standinên bi Tirkiyeyê re

Besam Îshaq li ser pêwendiyên bi Tirkiyeyê re wiha axivî:

"Dilgiraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hene û em fêm dikin. Mafê her dewletê heye ewlehiya xwe ya navxweyî biparêze, Sûriye jî di nav de.

Dan û standin carinan bi navbeynkaran tê kirin. Em cîran in û asayî ye ku di dawiyê de dan û standinên rasterast çêbibin.

Em hêvî dikin ku çareseriyeke adil a ku cîrana me Tirkiyeyê jî têr bike were dîtin."

“Îhtimal heye ku Îlham Ehmed here Stenbolê”

6 û 7ê vê mehê li Stenbolê Konferansa Navneteweyî ya Civaka Demokratîk a Aştî û Demokrasiyê tê lidarxistin.

Di medya û raya giştî de gelekî tê nîqaşkirin bê ma Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê beşdar bibe yan na.

Besam Îshaq derbarê vê mijarê wiha peyivî:

"Heta niha bersiveke teqez nîne lê di rewşa herî xirab de Xanim Îlham Ehmed dikare wekî me bi rêya înternetê beşdar bibe.

Em mijarê dinirxînin û îhtimal heye ku beşdariya fîzîkî jî çêbibe.

Ev ne asteng e, em li gel diyaloga bi Tirkiyeyê û her aliyê din re ne ku bibe sedema aramiya Sûriyeyê û pêkanîna dadmendiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê, pêkhateya Kurdên Sûriyeyê jî di nav de."

Rola Amerîkayê

Besam Îshaq di dawiyê de li ser rola Amerîkayê ji Rûdawê re got:

"Bi giştî Amerîka, çi Serok Trump be çi berpirsên din, dixwazin derfetê bidin Sûriyeyê ku bibe dewleteke aram û ewle.

Amerîkayî dixwazin di navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê de hevkarî hebe da ku dewleta nû ya Sûriyeyê were parastin.

Em ne li dijî vê ne û em dixwazin ev pêk were lê li ser rêbaza gihiştina wê armancê nakokî hene."