Srî Lanka û Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe xurt dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Fexrî yê Srî Lankayê yê Îraqê Ehmed Celal ragihand ku di nava du mehên bê de Herêma Kurdistan û Srî Lanka dê ji bo sûdwergirtina ji şiyanên Srî Lankayê di sektora geştyarî û pîşesaziyê de peymaneke îmze bikin.

Konsulê Faxrî her wiha hişyarî da ku piraniya çayên bi navê Srî Lankayê li bazarê tên firotin, sexte ne.

Konsulê Fexrî yê Srî Lankayê yê Îraqê Ehmed Celal, beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Dildar Herkî bersivandin

Ehmed Celal diyar kir ku Herêma Kurdistan û Srî Lanka dê demeke nêzîk peymaneke hevbeş îmze bikin û got:

"Wezareta Kar 8 meh in ji bo îmzekirina peymaneke di navbera Herêma Kurdistan û Srî Lankayê de hewl dide ku ji bo sûdwergirtina ji pisporiya Srî Lankayê ye.

Ez di wê baweriyê de me ku heta du mehên din ew peyman dê were îmzekirin ku dê sûd ji ezmûna otel, xwaringeh, kargeh û çend sektorên din were wergirtin.”

"Hezar û 200 Srî Lankayî li vir in"

Ehmed Celal amaje bi hejmara Srî Lankayî û şîrketên wan ên li Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî:

"Li gorî amarên sala 2024an, zêdetirî hezar û 200 kesên ji Srî Lankayê li Herêma Kurdistanê ne ku di sektorên cuda de kar dikin.

Her wiha 15 şîrketên Srî Lankayê bi hevbeşî li gel şîrketên Herêma Kurdistanê karê bazirganiyê dikin."

Li Kolomboya paytexta Srî Lankayê, rojên 1-2yê Kanûna Pêşîna 2025an bi beşdariya zêdetirî 800 bazirganên ji 25 welatên cîhanê, Korbenda Aborî ya Srî Lankayê hat lidarxistin ku tê de heyeteke bazirganên Herêma Kurdistanê jî beşdar bû.

Ehmed Celal derbarê beşdariya 6 bazirganên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê got:

"Wan çend civîn encam pêk anîn, bi taybetî Odeya Bazirganî ya Hewlêrê civîne bi Odeya Bazirganî ya Srî Lankayê re pêk anî.

Beriya du hefteyan jî 12 bazirganên Srî Lankayê li Hewlêrê bûn û beşdarî pêşangeha bazirganiyê bûn.

Plan hatiye danîn ku heta meha hezîrana sala bê heyeteke din a bazirganên Srî Lankayê bên Herêma Kurdistanê."

"Çayên sexte tên firotin"

Ehmed Celal hişyarî da ku hinek kelûpel bi navê Srî Lankayê li bazarên Herêma Kurdistan û Îraqê tên firotin ku ne yên wan in û got:

"Niha hinek kelûpel bi navê Srî Lankayê tên nav Herêma Kurdistan û Îraqê ku ne yên wan in.

Bazirganan biryar dane ku cara ewil çayeke nû sala 2026an bînin Kurdistanê. Markayeke din a Srî Lankayê ku li 50 welatên cîhanê heye, dê bînin Kurdistanê.”

Ehmed Celal li ser çayên sexte wiha got:

"Hinek ça niha li Herêma Kurdistanê hene ku eger vegerînin Srî Lankayê rê bi vegerandina wan nayê dayîn, ji ber ku ne yên wan in.

Ça li Herêma Kurdistanê heye bi 2 dolaran e ku Srî Lanka rê nade bi wê kalîteyê çayê were hinartin.

Li benderên wan taqîgeh hene û eger di pişkinînê de derkeve ku xirab e, tê şewitandin."

"Tenê ji sedî 10 orîjînal e"

Konsulê Faxrî yê Srî Lankayê destnîşan kir ku li welatên cîran ça tê tevlîhevkirin û got:

"8 sal in Konsulxaneya Srî Lankayê li Herêma Kurdistanê heye û niha bûye ya hemû Îraqê. Ji sedî 10ê wan çayên li Herêma Kurdistanê çayên baş in.

Hinek bazirganan li welatê cîran kargeh ava kirine û çayê bi çaya Srî Lankayê re tevlîhev dikin û dişînin Îraqê. Yasayên Îraqê jî nikarin kontrola markaya bikin."

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê sala 2022yan çend kar li ser hilberîna çayê li wî welatî kiribûn.

Li gorî lêkolînên Peyam Serbestê, salane Srî Lanka bi bihayê 1,3 milyar dolaran çayê hinarde dike ku piştî Rûsyayê, Îraq di rêza duyem a wan welatan de tê ku çayê ji Srî Lankayê dikirin.

Ew welat ku wekî niştimanê çayê tê naskirin, zêdetirî 500 cure çayê tên hilberîn û hinardeyî 100 welatên cîhanê tê kirin ku di nav wan de Îraq û Herêma Kurdistanê jî hene.

Konsulê Faxrî yê Srî Lankayê li Îraqê behsa qebareya bazirganiya Srî Lankayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê kir û got:

"Asta bazirganiyê di navbera Îraq û Srî Lankayê de di nava sala 2024an de 150 milyon dolar bû, tenê di wê salê de 34 milyon û 200 kîlo çay hinardeyî Îraqê kiriye."