Maduro li New Yorkê derket pêşberî dadwer: Ez bêguneh im
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Venezuelayê Nicolas Maduroyê ku Amerîkayê bi operasyonekê ew li Venezuelayê girtibû û biribû New Yorkê, îro cara yekem derket pêşberî dadwer.
Nicolas Maduro di doza ku li dadgeha federal hat dîtin de, tohmetên "narko-terorîzmê" yên li ser xwe red kirin û got, "Ez hîn jî serokkomarê meşrû me."
Çar tohmetên giran û bersiv: Ez bêguneh im
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduroyê 63 salî di rûniştina ku li Dadgeha Federal a New Yorkê bi tedbîrên ewlehiyê yên tund hat kirin de, bi "narko-terorîzm, komploya qaçaxçîtiya kokaînê û hilgirtina çekên giran" hat tohmetbarkirin.
Maduro bi rêya wergêr xîtabî desteya dadgehê kir û got:
"Ez ne sûcdar im, ez dewletmedarekî rêzdar im. Erka min a serokkomariya welatê min hîn jî didome."
Bi vî awayî Maduro desthilata dadweriyê ya dadgehê û Amerîkayê bi awayekî nerasterast red kir.
Hevjîna wî Cilia Flores jî parastina xwe kir
Hevjîna wî Cilia Floresa ku bi Maduro re hatibû girtin jî li dadgehê amade bû.
Floresê diyar kir ku tohmetên li ser wê bêbingeh in û ew bêguneh e.
Desteya dadgehê biryar da ku rûniştina din a dozê 17ê Adara 2026an bê kirin.
Îdiaya "Hevkariya bi kartelan re"
Di îdianameya ku ji aliyê Dozgeriya Amerîkayê ve hatiye amadekirin de, Maduro bi avakirina tora kokaînê ya cîhanî tê tohmetbarkirin.
Hat îdiakirin ku wî bi kartelên Meksîkayê Sinaloa û Zetas, serhildêrên FARCê yên Kolombiyayê û çeteya Tren de Araguayê re kar kiriye.
Di îdianameyê de tê gotin ku vê torê bi tonan maddeyên hişbir xistine Amerîkayê.
"Ez esîrê şer im"
Di daxuyaniyên ku berî û piştî dadgehê ji aliyê çavkaniyên nêzîkî Maduro ve hatin dayîn de, hat tekezîkirin ku darizandin ne hiqûqî ye, siyasî ye û mijar rezervên petrolê ye.
Li gorî nûçeya The New York Timesê, Maduro dema ji salona dadgehê derdiket gotiye, "Ez esîrekî şer im."
Divê were gotin ku Barry Pollackê ku parêzerê damezirînerê Wikileaksê Julian Assange bû, nûnertiya Maduro dike.