Rojnamegeriya fransî û rewşa Sûriyê
Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamegeriya Fransa mijarên herî girîng ên krîza Sûriyê bi hûrî dişopîne û rûpelên rojnameyên fransî bi gotarên corbicor derbarê rewşa Sûriyê de tên xemilandin. Her rojnameyek li gor xet û siyaseta xwe ya nûçesazkirinê van mijaran rave û şîrove dike.
“Cenêv2 mir, bijî Cenêv3”
Rojnameya Le Monde ku ji çepê lîberal ê fransî ve nêzîk e, gotarek bi sernavê “Kongreya Cenêv2 heme heme bêyî encam bi dawî hat” belav kiriye.
Di gotarê de nivîskar Benjamin Barthe wiha dinvîse: “Cenêv2 mir, bijî Cenêv3! Piştî ku gera yekem ji danûstandinên derbarê Sûriyê de bê encam, di 31ê çille de, bi dawî hat û her yek ji şandeya rejîm û opozîsyonê pabendî helwesta xwe ma, niha çav hemû li ser gera duyem in ku tê çaverêkirin di 10ê sibatê de destpêbike”.
“Keça ji bo cîhadê çû Sûriyê dê bizewice”
Rojnameya Le Figaro ku xwediyê xeteke muhafizkar e û ji rastê fransî ve nêzîk e, li ser babeta ciwanên fransî yên berê xwe didin Sûriyê û tevlî şerê navxwe yê ku bi “cîhadê” bi nav dikin radiweste.
Di gotarekê de bi sernavê “Xwendekara çûyî Sûriyê ji bo zewacê hatiye xwestin” rojname dinivîse ku Nûra keça xwendekar a 15 salî roja 23yê çile ji mala malbata xwe derketiye û berê xwe daye Sûriyê. Bi gotina parêzerê malbatê, Guy Guénoun roja yekşema borî du pêwendiyên telefonî, yek bi zimanê erebî û ya din bi zimanê fransî ji Sûriyê bi dayik û bavê Nûra re hatine kirin û kesê pêwendî kirî Nûra ji bo zewacê xwestiye.
Şanda opozîsyonê li Moskoyê
Rojnameya Le Parisien ku xwe weke rojnameyeke nûçeyî ya gelêrî dide nasîn, di gotarekê de bi sernavê “Rêberê Opozîsyona Sûriyê li Mosko ye da ku fişar li Esed bê kirin” li ser mijarên vê serdanê diaxive û berdevkê Hevpeymaniya Opozîsyonê Munzir Aqbîq wiha ji rojnameyê re dibêje: “Mijarên sereke yên ku bi serokê dîplomasiyeta Rûsyayê re bên guftûgokirin wê gihandina alîkariya mirovahî ji bo bajarên Sûriyê, berdana girtiyan ji zindanên Sûriyê û damezirandina hikûmeteke veguhêz li Sûriyê bin”.