Dabînkirina elektrîkê bi rêya tavê hêsantir dibe

05-02-2019
RÛDAW
Panêla enerjiya tavê tê pêşxistin
Panêla enerjiya tavê tê pêşxistin
Nîşan Enerjî Tav Elektirîk Poland Olga Malinkiewicz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bo dema 20 salên derbasbûyî berhemanîna elektirîkê bi riya enerjiya tavê hatiye pêşxistin û geheştiye qonaxeke pêşketî, lê xerciya berhemanîna enerjiyê bi riya enerjiya pak bi giştî û bi taybetî enerjiya tavê zêdetir e ji xerciya brhemanîna enerjiyê bi riya şewitandina sutemniyên asayî weke petrol û gaza sirûştî û komirê.

 

Niha jineke polendî ya zanaya fîzikê şêwazeke dahênan kiriye ku dikare bi riya wê şêwazê panêlên tavê bi erzanî bigihin her kesî û li ser hemû amûran jî bên bikaranîn

 

Zanayeke Polendî dahênaneke mezin di panêlên rojê de dike Niha panêlên rojê bi erzanî digihin destê bikarhêneran Rûdaw  Gelo wê çi biqewime eger rojek bê û hemû pir û avahî bi made yan delaqeyekê nuxumandî bin ku bikarin bi rêya enerjiya roj û baran û bayê, elektrîka xwe ya pêwist berhem bînin? Her çiqasî ev mîna xewnekê xuya dike jî, lê bi alîkariya jineke Polendî ya 36 salî, em pêngavekê ji pêkanîna vê xewnê nêzîktir bûn.


Zanaya warê fizîkê Olga Malinkiewicz dibêje: “Em dikarin panêlên perovskitê li ser banên avahiyan, li ser dîwarên avahiyan, li ser banên otomobîl û materiyalên elektrîkê girê bidin. Em dikarin li ser belem û konan jî girê bidin."

 

Olga Malinkiewicz zanayeke warê fizîkê ye û alaveke çapkirinê afirandiye ku dikare panêlên rojê çap bike. Ev tê wateya ku pêkan e ev cureyê panêlan bi hejmareke zêde û bi xerciyeke kêm bigihe her cihî û bigihe destê her kesî.

 

Olga Malinkiewicz diyar kir ku başiyeke perovskitê ew e ku pir sivik û şefaf e, herwiha tê çapkirin jî û pir bi erzanî digihe destê bikarhêneran.

 

Panêlên tavê bi metalê perovskitê tên nixumandin û bi rêya wergirtina enerjiya tavê, elektrîkê berhem tînin.

 

Yek ji başiyên vî cureyê panêlan ew e ku pir sivik û nazik in û pêkan e li her amûreke mîna kompûter û amûrên elektrîkê yên din bên girêdan û elektrîka pêwist ji wan amûran re peyda bikin.

 

Derbarê vê mijarê de Rêveberê Kompaniya Skanska Adam Targowski jî got: "Ev panêl pir bi başî kar dikin. Tew eger bi temamî ne li ber tavê jî bin, bi başî elektrîkê berhem tînin. Lewma jî çêdibe li ser dîwarên avahiyan jî bên danîn."

 

Her çiqasî dahênana Olgay  niha bûye dahênaneke balkêş, lê metalê perovskitê ji sala 1983an ve di zanistê de tê naskirin. Metalzanê Alman Gustav Rose di demekê de li rêze çiyayê Uralê mijûlî lêkolînan bû, ev metalê sûdmend dît û navê metalzanê Rûs Lev Perovski lê kir.

 

Rêveberê Zanistî yê Kompaniya Sol Technology Konrad Wojciechowski  dibêje: “Me hesibandiye ku bikaranîna metreke çargoşe ya perovskitê, dikare elektrîka pêwist a karmendekî li ser karê wî peyda bike ku rojane kompûterê bikar tîne."

 

Deh salan piştî vedîtina zanayê Alman, lêkolînên berfireh hatin kirin da ku di taqîgehan de metalê perovskitê bi hêsanî bê çêkirin. Lê heta sala 2009an kesî nizanîbû ku ev metal dikare di panêlên tavê de bê bikaranîn. Heta ku zanayê Japonî Sotomo Miyasaka metalê perovskitê di panêlên tavî de bikar anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst