Trump: Îran dixwaze bernameya xwe ya nukleer çalak bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku birêvebiriya Tehranê piştî êrişên asmanî yên Amerîkayê hewl dide bernameya xwe ya nukleer ji nû ve bide destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Trump beriya hevdîtinên plankirî yên bi Îranê re ji NBC Newsê re axivî û got ku Washington îhtimala avakirina tesîseke nû ya nukleer a ji aliyê Îranê ve ji nêzîk ve dişopîne.

“Eger vê yekê bikin dê encamên wê giran bin”

Trump diyar kir ku Îran nikare vegere tesîsên nukleer ên ku berê artêşa Amerîkayê li wan xistiye û îdia kir ku Tehran hewl dide li herêmeke din a welêt tesîseke nû ava bike.

Trump diyar kir ku ew ji rewşê agahdar bûne û got, “Eger vê yekê bikin dê encamên wê gelekî giran bin.”

Li Umanê hevdîtina krîtîk

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, rayedarekî Koşka Spî eşkere kir ku mizakereyên di navbera Amerîka û Îranê de roja înê (6ê Sibatê) dê li Mesqeta paytexta Umanê bên kirin.

Hevdîtin ji ber rewşa leşkerî û nîqaşên bernameya nukleer xwedî girîngiyeke krîtîk in.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî li ser hevdîtinan daxuyanî da û destnîşan kir ku ji bo encameke watedar derkeve divê hinek mijarên bingehîn bên gotûbêjkirin.

Rubio got, “Menzîla mûşekên balîstîk, piştevaniya komên çekdar ên li herêmê, bernameya nukleer û kiryarên birêvebiriya Îranê yên li hemberî gelê xwe divê teqez li ser maseyê bin.”

Amerîka û Îsraîl Îranê tohmetbar dikin, Tehran red dike

Amerîka û hevpeymana wê Îsraîl, Îranê bi hewldana bipêşxistina çekên nukleer tohmetbar dikin, birêvebiriya Tehranê jî dibêje ku armancên çalakiyên wê yên nukleer aştiyane ne û ji bo hilberîna elektrîkê ne.

Îsraîlê 13ê Hezîrana 2025an li bajarên cuda yên Îranê êrişî tesîsên nukleer û leşkerî kiribû.

Amerîkayê jî 22yê Hezîrana 2025an li Netenz, Fordo û Isfehanê bi bombeyên “stargehqulker” ku tenê di envantera Amerîkayê de hene, li sê tesîsên nukleer operasyon kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ew êriş wekî “serkeftineke mezin” bi nav kiribû.

Lê di raporên nirxandina xisarê yên destpêkê de hatibû îdiakirin ku êrişan bernameya nukleer a Îranê bi temamî ji holê ranekiriye, tenê çend mehan dereng xistiye.