Bill Gates li ser pêwendiya xwe ya bi Jeffrey Epstein re axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Bill Gates îdiayên di e-maîlên neşandî de ku hefteya borî ji aliyê Amerîkayê ve hatine belavkirin red kirin.
Bill Gates diyar kir ku ew ji “her xuleka” ku bi Jeffrey Epstein re derbas kiriye poşman e.
Bill Gates roja çarşemê di hevpeyvîna bi 9News Australiayê re de got:
"Ez ji her xuleka ku min bi wî re derbas kiriye poşman im û ez lêborînê dixwazim."
Wezareta Dadê ya Amerîkayê hefteya borî nêzîkî 3 milyon rûpel belgeyên nû yên derbarê Jeffrey Epstein belav kirin.
Piştî belavkirina van belgeyan hinek e-maîlên neşandî derketin holê ku hinek îdiayên giran derbarê Gates dihewînin.
Gates li ser van e-maîlan anî ziman:
"Wisa xuya dike ku Jeffrey ji xwe re e-maîlek nivîsiye.
Ew e-maîl ti carî nehatiye şandin. Naveroka wê nerast e.
Ez nizanim armanca wî çi bû, gelo xwestiye êrişî min bike?"
Di e-maîleke ku Epstein sala 2013an nivîsiye de tê îdiakirin ku Gates pêwendiyên li derveyî zewacê danîne.
Her wiha di wê e-maîlê de îdiayên derbarê dabînkirina dermanan û hinek mijarên taybet ên zayendî cih digirin.
Berdevkê Bill Gates ragihand ku ev belge tenê nîşan didin ku Epstein ji ber ku pêwendiyeke wî ya berdewam bi Gates re nebûye dilgiran bûye.
Berdevk diyar kir ku Epstein ji bo ku Gates bixe xefikê û wî reş bike serî li van rêbazan daye.
Melinda French Gatesê di hevpeyvîna bi NPRê re diyar kir ku dîtina van belgeyan bîranînên "gelekî biêş" ên dema zewaca wê tînin bîra wê.
Bill Gates û Melinda French Gates sala 2021ê ji hev cuda bûbûn.
Melinda French Gatesê anî ziman ku ne mimkun e ew bersiva hemû pirsan zanibe û got, "Divê bersiva van pirsan hevjînê min ê berê bide."
Wê berê jî eşkere kiribû ku pêwendiya Bill Gates a bi Epstein re di biryara hevberdanê de bandoreke mezin kiriye.
Bill Gates da zanîn ku wî cara ewil sala 2011ê Epstein nas kiriye û sê salan bi wî re li ser xwarina êvarê civiyaye.
Gates destnîşan kir ku ew ti carî neçûye girava taybet a Epstein û ti pêwendiyên wî yên zayendî bi wî re çênebûne.
“Wî gelek dewlemend nas dikirin”
Gates li ser wan hevdîtinan da zanîn:
"Armanc her tim ev bû ku wî gelek dewlemend nas dikirin û digot ew dikare ji bo tenduristiya cîhanî bexşan bide hev.
Dema ez niha li paşerojê dinêrim, ez dibînim ku ev rêyeke girtî bû.
Derbaskirina wextê ya bi wî re ehmeqî bû."
Jeffrey Epstein sala 2019an dema ku li girtîgeha New Yorkê li benda darizandina bi tohmeta qaçaxçîtiya zayendî bû, bi awayekî gumanbar mir.
Hebûna navê kesekî di belgeyên Epstein de bi tena serê xwe nayê wateya sûcdariyê û heta niha derbarê navdarên di dosyeyan de ti tawanbarî nehatine kirin.