Navenda Nûçeyan - Serokerkanê Artêşa Amerîka General Martin Dempsey dibêje, dibe ku ew yekîneyên xwe yên taybet bişîne Sûriyê ji bo ku piştgiriya şervanên lîberal yên dijbereya Sûriyê bikin.
General Martin Dempsey di civîna komîteya hêzên çekdarî ya Encûmena Pîran de got, eger fermandariya meydanî ji wî yan ji Wezîrê Bergiriyê bixwazin ku hêzên taybet ji bo piştgirîkirina hêzên Iraqê û hêzên nû yên Sûriyê bêne şandin û eger ew vê yekê pêwîst bibînin, wê demê ewê ji serokê Amerîka Barak Obama bixwazin ku hêzên taybet bişîne.
Ev ne cara yekê ye ku Dempsey balê dikşîne ser şandina hêzên bejayî ji bo şerê li dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê û Iraqê.
Lê berpirsekî Pêntagonê ku navê wî nehatiye eşkerekirin dibêje, pirsa şandina leşkerên Amerîkî ji bo Sûriyê ne di rojevê de ye, lê dibe ku ew hêz ji bo rizgarkirina pîlotên amerîkî biçin eger balafira wan bikeve xwarê.
Wezareta bergiriya Amerîka heftiya borî ragihand ku proseya perwerdekirina hêzên lîberal yên dijbereya Sûriyê dê di nava 4 yan jî 6 heftiyên bê de destpê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse