Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê ragihand ku welatê wê plan dike sîstema prastina asmanî bişîne welatên Kendavê.
Giorgia Meloniyê diyar kir ku di çarçoveya bersivdana êrişên Amerîka û Îsraîlê de, Îranê êrişî welatên Kendavê jî kiriye.
"Divê em wan biparêzin"
Meloni ji radyoya "RTL 102.5"ê ya Îtalyayê re axivî û got:
"Îtalya jî wekî Brîtanya, Fransa û Almanyayê plan dike ku alîkariyê bişîne welatên Kendavê.
Em li vir bi taybetî behsa parstina asmanî dikin.
Ev ne tenê ji ber ku ew welatên dost in, ji ber ku bi deh hezaran welatiyên me yên Îtalyayî li wê herêmê ne û nêzîkî 2 hezar leşkerên me li wir in ku divê em wan biparêzin."
"Kendav herêmeke stratejîk e"
Serokwezîra Îtalyayê her wiha destnîşan kir ku "Kendav ji bo peyda pêdiviyên enerjiyê herêmeke jiyanî û stratejîk e."