Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’

Berlîn (Rûdaw) - Parlamentoya Federal a Almanyayê deriyên xwe ji bo şandeyeke bilind a Rêveberiya Xweser vekirin.

Şandeyeke payebilind a Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ku ji Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara YPJyê Rohilat Efrîn pêk tê, li Berlîna paytexta Almanyayê rêzehevdîtinên dîplomatîk pêk anîn.

Îlham Ehmed û Rohilat Efrînê li nav holên biryardayînê yên Almanyayê qala paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û metirsiyên li ser herêmê kirin.

Almanya dixwaze ji zarê jinên serkirde yên Kurd, nexşerêyekê ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê û çespandina aramiyê li herêmê peyda bike.

“Nabe em pişta xwe bidin Rêveberiya Xweser”

Alîkarê Serokê Parlamentoya Almanyayê Bodo Ramelow li ser girîngiya herêmê got:

"Nabe em dest ji wê herêmê berdin û pişta xwe bidin nûnerên Rêveberiya Xweser û nabe ew werin piştguhkirin."

Bodo Ramelow siyaseta hikûmeta federal a welatê xwe rexne kir û got:

"Cihê mixabiniyê ye ku hikûmeta federal di vî warî de bi bin dikeve.

Ji aliyekî ve destê alîkariyê dirêjî serokê demkî yê Sûriyeyê dike û sozên darayî yên berbiçav dide lê di pirsa parastina Rêveberiya Xweser, parastina pêkhateyan, mafên kêmîneyan û cihêrengiya olî ya li herêmê de bi bin dikeve.

Sûriye cihê cihêrengiyê ye û divê rêz li vê taybetmendiyê were girtin û were parastin."

Metirsiyên DAIŞê û rola jinan

Di civîna ku endamên fraksiyonên cuda yên parlamentoyê tê de amade bûn de, bi berfirehî behsa gefên paşmayiyên DAIŞê yên ku didomin hat kirin.

Şandeya Kurd dilgiraniya xwe li hemberî piştguhkirina rola jinan a di pêvajoyên siyasî yên Sûriyeyê û bicihnekirina rêkeftinên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nîşan da.

Lewma wan xwest ku komîteyeke navneteweyî ji bo çavdêrîkirina rewşê û parastina herêmê were avakirin.

Îlham Ehmed: Federalîzm kilîta çareseriyê ye

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed bi parlamenterên Almanyayê re hemfikir bû ku sîstema federalîzmê tenê kilîta çareseriya qeyrana Sûriyeyê ye.

Wan tekez kir ku divê mafên pêkhateyan di destûra paşerojê ya welêt de cih bigirin da ku aramî vegere herêmê.

Îlham Ehmedê got, "Divê komîsyonek were avakirin ku xetên navneteweyî nêrîneke din ji bo wê hene lê hinek zehmetî hene, lewra me daxwaz kiriye ku ew mekanîzme were bikaranîn."

Îlham Ehmedê destnîşan kir, "Xalên din ên ku pêwendiya wan bi Sûriyeyê re hene, tevlîbûna li gel hikûmetê, mijara du destûran, vegera koçberên Efrînê û deverên din û azadkirina dîlan e."

Lamya Kaddor: Pêwîstiya me bi Sûriyeyeke yekgirtî lê nenavendî heye

Endama Parlamentoya Almanyayê Lamya Kaddorê, nêrîna xwe ya li ser paşeroja welêt anî zimên û got:

"Ev ne bi wateya wê ye ku divê em Sûriyeyê dabeşî çar û pênc beşan bikin.

Baweriya min ew e ku dikare yek Sûriyeya mezin hebe lê Sûriyeyeke ku rê bide serbixwebûna herêmî, otonomî û mafê diyarkirina çarenivîsê."

Wê parlamenterê tekezî li ser pirsa mafên jinan û dadperweriyê kir û got:

"Divê girîngî bi beşdariya jinan û pirsgirêka rûbirûbûna bi tawanên dema borî re were dayîn.

Li gorî min pêvajo bi sistî bi rê ve diçe, her çend ez dizanim ku tenê salek di ser rûxîna Esed re derbas bûye û nabe em çaverêyî gelek tiştan bin jî lê divê gavên destpêkê ji niha ve bên avêtin, çimkî eger niha neyên avêtin, dibe ku qet neyên avêtin."

Ev serdana şandeyê ya Berlînê, dirêjahiya zincîreyek civînên dîplomatîk bû ku pêştir Îlham Ehmedê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û berpirsên bilind ên Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk anîbûn.

Peyama dawî ya şandeyê zelal bû, “Dema karkirina cidî ye ji bo naskirina fermî ya mafên Kurdan û parastina Rojavayê Kurdistanê ji her destdirêjiyekê.”