Helwesta Almanyayê li ser Kurdên Îranê û guherîna rejîmê çi ye?

Berlîn (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên Rûdawê yên li ser paşeroja Îranê, rewşa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û helwesta Berlînê ya li hemberî daxwazên wan da.

Johann Wadephul diyar kir ku ew tim li gel demokrasî û serweriya yasayê ne û tekez kir ku ew li kêleka xelkê Îranê û Kurdan in ku di bin destê rejîmê de dinalin.

Wadephul li ser pirsa nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya derbarê daxwaza sîstemeke federal ji aliyê Kurdan ve û piştgiriya Almanyayê, eşkere kir ku ew beşdarî ti rêkarên leşkerî yan şênber ên ji bo guherîna rejîmê nabin lê pêwendiyên wan bi komên mixalefetê re hene.

Wadephul got, “Hêviya me ew e ku jiyaneke bi rûmet û wekhev ji bo Kurdan di Îrana paşerojê de were dabînkirin” û destnîşan kir ku divê gelê Îranê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:

Rûdaw: Birêz Wezîrê Karên Derve, gelekî spas. Serokwezîrê Almanyayê di civîna bi Donald Trump re amaje bi paşeroja Îranê kiriye. Gelo bi ya we ji bo paşerojê dewleteke federal a wekî ya Îraqê ji bo Îranê guncav e? Her wiha Almanya çawa dikare ji bo guherîna rejîmê piştgiriya Kurdan bike? Di demekê de ku zêdetirî 10 milyon Kurd li Îranê dijîn û daxwaza pergaleke federal dikin.

Johann Wadephul: Em her tim bi wê yekê re ne ku demokrasî, serweriya yasayê û rêzgirtina li pêkhateyên cuda yên niştecihan û olan li hemû welatên cîhanê cîgir bibe. Wekî hûn dizanin dema em behsa Sûriyeyê dikin, kêmîneyeke Kurd a bihêz li wir heye û heman tişt ji bo Îranê jî rast e.

Lê Hikûmeta Federal a Almanyayê beşdarî vî şerî nabe û ev dê wekî xwe bimîne. Em beşdarî ti rêkarên şênber nabin ji bo guherîna rejîmê li ti welatî, Îran jî bi heman awayî.

Bê guman pêwendiyên me bi hinek komên mixalefetê re hene, ev karekî rast û pêwîst e. Em li aliyê xelkê Îranê ne ku Kurdan jî li xwe digire, ewên ku bi awayekî taybet di bin destê vê rejîma bêwijdan de dinalin. Çarenivîsa Kurdan beriya çend salan li hemû cîhanê belav bû û her wê demê jî nerazîbûneke mezin jê çêbû.

Loma bê guman hêviya me ew e ku jiyaneke bi rûmet û wekhev ji bo Kurdan di Îrana paşerojê de were dabînkirin lê mixabin em nikarin ji vir ve biryarê li ser bidin.

Di dawiyê de ev girêdayî bi xwe ya gelê Îranê ye ku karibin çarenivîsa xwe bigirin dest û vê rejîmê derbas bikin lê ti rêkara dewletî ji aliyê Almanyayê ve di vî warî de nabe ji ber sedemên zelal û eşkere.