Navenda Nûçeyan - Îran dixwaze Uman derbarê çareserkirina krîza Yemenê û rawestandina operasyonên hevpeymaniya li dijî Hûsiyan de, navbeynkariyê bike.
Ajansa fermî ya nûçeyên Îranê belav kiriye ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdilehyan duhî li paytexta Umanê Mesqetê ligel berpirsên karûbarên derve yê wî welatî civiya û nameye Rûhanî gihande Umanê.
Rûhanî nameya xwe ji Siltanê Umanê Qabûs Kurê Saîd re nivîsandiye û jê dixwaze ku alîkariyê bide ji bo rawestandina operasyonên hevpeymaniya bi serkêşiya Siûdiyê, herwiha ji bo ku şer berferehtir nebe û çareseriya siyasî pêş bikeve.
Bi gotina heman ajansê, Uman û Îranê di civîna li Mesqetê de tekez kirine ku pêwîst e çareseriya siyasî li Yemenê pêk were û rê li ver Xaça Sor ya Navdewletî û hemû rêxistinên din ên mirovahî bê vekirin ji bo ku alîkariyên bijîşkî û dermana bigihînin gelê Yemenê.
Berî Ebdilehyan jî, roja çarşemê ya borî Cîgirê Wezîrê Derve ya Îranê, Myretza Sermedî serdana Mesqetê kiribû ku li gor medyaya Îranê, Sermedî pirsa çareserkirina krîza Yemenê bi rêyên aştiyane re di civînên xwe ligel berpirsên Umanê de gotûbêj kiribû.
Uman ku têkiliyên wê ligel Îranê baş in û gelek caran di krîzên navçeyê de bûye navbeynkar, take welatê Encûmena Hevkariya Kendavê ye ku tevlî operasyonên li dijî Hûsiyan nebûye.
Berpirsê Karûbarên Derve yê Umanê, Yûsif Bin Elêwî roja pêncşemê ya borî ragihandibû ku welatê wî amade ye di navbeynkariya li şerê Yemenê de alîkariya Neteweyên Yekbûyî bike.
Elêwî herwiha gotibû ku Umanê berî niha name di navbera Hûsiyan û Siûdiyê de veguhestibûn, lê bi gotina wî, ji dema ku operasyonên ezmanî yên Bahoza Tund di 26ê Adarê de destpêkirin û heta niha, ne Siûdiyê û ne jî Hûsiyan ji Mesqetê nexwestine ku bibe navbeynkar.
Uman herwiha têkiliyeke wê ya baş ligel hemû aliyên nakok li Yemenê heye, di nava wan de grûpa Hûsiyan û Grûpa Tevgera Başûr dema ku mêvandariya rêberê wê Elî Salim Elbiyz kiribû piştî ku rêkeftina parvekirina desthilatê di navbera Başûr û Bakurê Yemenê di sala 1994 têk çû.
Herwiha tê gotin ku navbeynkariya Umanê di 12ê meha Çile de ligel Hûsiyan serkeft ku di encam de berpirsê ewlekariya navxwe di saziya ewlekariya siyasî ya Yemenê de, lîwa Yehyza Elmeranî yê ku Hûsiyan ew grirtibû, serbest hat berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse