Biden: Divê Putin ji ber ‘tawana şer’ bê darizandin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber termên sivîlan li Bucha ya Ukraynayê hate dîtin ragihand, divê Putin ji ber ku ‘tawana şer’ kiriye bê darizandin. Her wiha Biden got, “Em dê dest bi sizayên nû li ser Rusyayê bikin.”

Piştî vekişîna Rusyayê ya ji derdora Kyivê, li bajarokê Bucha ya Ukraynayê li kolanan termên sivîlan hatibûn dîtin.

Biden di rêya vegera ji Delaware bo Washingtonê de daxûyaniyek da rojnamevanan û got ‘’Min berê jî Putin wek tawanbarê şer pênase kiribû û mafdar derketim. Divê di warê çekan de em alîkariya Ukraynayê bikin. Li aliyê din em ê ji bo ku Putin wek tawanbarê şer bê darizandin hemû hûrgiliyan berhev bikin. Tiştên ku li Buchayê rû da hovitî ye, ez mat mam.’’

Li ser pirsa rojnamevanekî Biden diyar kir ku ev ne jenosid e, lê termên sivîlên li kolanan eşkere dike ku ev ‘tawana şer’ e.

Amerîka dê sizayên zêdetir li ser Rusyayê bisepîne

Serokê Amerîkayê di vegera Washingtonê de ji rojnamevanan re anî ziman ku, ew dê sizayên zêdetir li ser Rusyayê bisepînin.

Artêşa Ukraynayê di 1ê Nîsanê de bajaroka nêzikî Kyivê, Bucha ji bin destên hêzên Rusyayê derxist. Piştî kontrolkirina wî bajarokî dîmenên termên sivîlan li kolanan derketin holê.

Ji bajarokên derdora Kyivê ku Ukraynayê di demekê nêz de kontrol kir, 410 termên sivîlan hat ditîn.