Destûra ketina nav axa Brîtanyayê bû elektronîk

Hewlêr (Rûdaw) - Ji çarşema borî ve, kesên ku dixwazin ji welatên Yekîtiya Ewropayê bikevin axa Brîtanyayê, divê pêşî serîlêdana destûra elektronîkî ya bi navê ETAyê bikin.

Ev tê wê wateyê ku her kes, di nav de yên ku pasaportên wan ên Ewropî jî hene, divê serî li wê destûrxwestinê bidin.

Ji yekşema bê ve, nirxê rêpêdana elektronîk ji bo her kesekî 16 pound ango nêzîkî 19 euroyan e.

Her kesekî jî carekê rêpêdana elektronîk wergirt dikare heta 2 salan çûnûhatina Brîtanyayê bike.