Petrol biha bû: Çînî berê xwe didin otomobîlên karebayî

Pekîn (Rûdaw) - Şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike û ji sedî 20ê bazirganiya petrolê ya deryayî asteng kiriye, bihayê petrolê ji sedî 40 heta 50î zêde kir.

Ev rewş dibe sedem ku şofêrên Çînî berê xwe bidin otomobîlên karebayî yên ku mesrefên wan kêmtir in.

Di heman demê de, ev yek serdestiya Pekînê ya di hilberîna "otomobîlên enerjiya nû" de li cîhanê xurttir dike.

Şerê Îran-Îsraîl-Amerîkayê ji aliyê Saziya Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ve wekî "mezintirîn qutbûna dabînkirinê ya di dîroka bazara petrolê ya cîhanê de" hat pênasekirin.

Destpêka meha Adarê, bermîleke petrola Brentê bû 120 dolarî.

Şofêrên Çînî yên ku li stasyonên sotemeniyê rûbirûyî bihayên giran dibin, bilez berê xwe didin alternatîfên karebayî.

Wang Hengê ku li Pekînê şofêrtiya taksiyê dike ji bo Rûdawê ragihand:

"Ji ber bihabûna petrolê, min di demeke nêzîk de ev otomobîla karebayî kirî, çimkî mesrefê wê gelekî kêmtir e."

Wang Xiao Xiaoya ku li heman bajarî wekî pisporeke çavkaniyên mirovî dixebite diyar kir ku ji ber bihabûna petrolê ew bi biryar e otomobîleke karebayî bikire.

Wê destnîşan kir ku kalîteya otomobîlên karebayî yên Çînî ji bo çûn û hatina rojane ya li nav bajêr hêsan e û bihayê wan jî guncav e.

Di firotinê de zêdebûneke mezin

Çîn beriya ku şerê li Îranê dest pê bike jî nêzîkî nîvê otomobîlên şarjî yên cîhanê hildiberand. Bi vî şerî re, Çînê leza xwe ya di vî warî de zêdetir kir.

Li gorî amarên Yekîtiya Otomobîlên Rêwiyan a Çînê (CPCA), meha Adarê firotina otomobîlên enerjiya nû gihîşt derdora 900 hezar adedî.

Ev reqem li gorî meha Sibatê ku 464 hezar otomobîl hatibûn firotin, ji sedî 94 zêdebûnekê nîşan dide.

Heta çaryeka ewil a sala 2026an, hejmara giştî ya otomobîlên karebayî û hîbrît ên li Çînê ji 36 milyonî derbas bûye.

Analîst pêşbînî dikin ku firotina giştî ya Pekînê sala 2026an dê bigihe navbera 15,5 û 16,5 milyon adedî.

Xwediyê galeriyeke otomobîlan Jîn Xîn Zhong Teng ji Rûdawê re got:

"Firotina me ya rojane bi piranî ji 240 adedî zêdetir e.

Di nav vî şerî de, otomobîlên enerjiya nû her roj kiryarên zêdetir dikişînin."

Bandora şer a li ser binesaziya enerjiyê

Li gorî rapora ku roja Pêncşemê ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hat belavkirin; Washington û Tel Evîvê di çarçoveya operasyona leşkerî ya li Îranê de ku 28ê Sibatê dabûn destpêkirin, li seranserî wî welatî li zêdetirî 12 hezar û 300 armancan dane.

Tehranê jî wekî bersiv, li seranserî Rojhilata Navîn bi taybetî li welatên Kendavê bi hezaran êrişên mûşekî û dronî birine ser baregehên Amerîkayê û êrişên tolhildanê li dijî Îsraîlê pêk anîne.

Xuya dibe ku şer û pevçûnan rasterast bandor li binesaziya enerjiyê jî kiriye.

Li gorî amarên ACLEDê, heta 22yê Adarê nêzîkî 80 êriş li ser binesaziyên enerjiyê hatine kirin.

Ev êriş ne tenê li ser aliyên şer, li ser sektora enerjiya Azerbeycan, Behreyn, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarata Erebî, Îraq û Herêma Kurdistanê jî bûne sedema bandoreke neyînî.

Tengava Hurmizê girtî dimîne

Tengava Hurmizê ku yek ji hîmên herî girîng ên krîza enerjiya cîhanî ye, hîn jî ji bo trafîka bazirganiyê girtî ye.

Piştî ku artêşa Îranê tengav wekî "herêma şer a sînordar" ragihand û gef xwar ku dê her keştiyeke ku bixwaze derbas bibe "bişewitîne", veguhastina petrolê rawestiya.

Tengava Hurmizê wekî korîdora herî krîtîk a veguhastina petrolê ya cîhanê tê qebûlkirin û di şert û mercên asayî de ji sedî 20ê bazirganiya petrolê ya deryayî di wir re bi rê ve diçe.