Trump gefeke dijwar xwar: Hûn dê di dojehê de bijîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke tund li dijî Îranê belav kir û gef li binesaziya wî welatî xwar.

Trump di peyama xwe de santralên karebayê û pirên Îranê kirin armanc û got:

"Roja Sêşemê li Îranê dê bibe Roja Santralên Karebayê û Roja Piran, her du jî di rojekê de ne. Dê tiştekî wekî wê tune be!!!"

"Wê tengava nifirê vekin"

Trump her wiha daxwaz kir ku Îran Tengava Hurmizê veke û bi zimanekî gelekî tund wiha li pey çû:

"Wê tengava nelet vekin, pîçên heram, yan na hûn dê di dojehê de bijîn. Tenê lê temaşe bikin! Hemd ji Xwedê re be."