Eva Maria Michelmann 67 roj in winda ye: Malbata wê li benda mizgîniyekê ye

Dusseldorf (Rûdaw) – Rojnamegera Alman Eva Maria Michelmann ku ji sala 2022yan ve li Rojavayê Kurdistanê dijiya û li ser mafên jinan rapor amade dikirin, ji 18ê Kanûna Paşîn a 2026an ve winda ye.

Tê texmînkirin ku ew di dema êrişeke hêzên hikûmeta Şamê de li bajarê Reqayê hatibe girtin.

Birayê wê Dr. Antonius Michelmann ji Rûdawê re diyar kir ku ev 67 roj in ti agahî ji xwişka wî nînin.

Wî rexne li Wezareta Karên Derve ya Almanyayê girtin ku heta niha tiştekî zelal ji wan re negotiye.

"Em dixwazin xwişka me bi saxî vegere"

Dr. Antonius Michelmann dilgiraniya malbatê wiha anî zimên:

"Em ji bo jiyana xwişka xwe bi fikar in lê em geşbîn in jî. Em dizanin ku ew bi saxî hatiye revandin.

Em bi taybetî dilgiran in çimkî Wezareta Karên Derve û hikûmeta federal agahdar in lê heta niha ti tişt derbarê çarenivîsa wê de ji me re nehatibe gotin.

Ez bi karê xwişka xwe serbilind im çimkî îro pêdiviya me bi rojnamegerên wêrek ên wekî wê heye."

Daxwaza hewildaneke zêdetir ji Berlînê

Parêzerê malbatê Roland Meister diyar kir ku divê Almanya ji bo azadkirina Eva Maria hewleke zêdetir bide.

Meister di berdewamiyê jî de got, "Wezareta Karên Derve ya Almanyayê gelek derfetên wê hene.

Her wiha divê Dezgeha Îstîxbarata Federal jî tevlî bibe.

Divê em ji bîr nekin ku niha peywendiyên Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re baş in.

Berê bi bihayê 600 milyon euroyî soza hevkariya ji nû ve avakirina Sûriyeyê hatibû dayîn."

Yekîtiya Ragihandina Azad: Rewş aloz e

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad  Evîn Îbrahîmê destnîşan kir ku ji ber rewşa ewlehiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bidestxistina zanyariyan zehmet e.

Li gorî zanyariyên Evîn Azadê, ti agahiya piştrastkirî li ser çarenivîsa Evayê tune ye.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku ew li ser vê dosyayê bi hûrgulî dixebitin û bi aliyên pêwendîdar re di nav têkiliyê de ne.

Ji bo malbatê, armanca sereke ew e ku çarenivîsa xwişka wan were ronîkirin û xebata wê ya ji bo dadperweriyê neyê jibîrkirin.