London (Rûdaw)- Grûpa Qeyranên Navdewletî (ICG) radgihand ku Tirkiyê li himber penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li ser xaka wê bi cih bûne “Nijadperest e.”
ICG, ku navenda wê ya serekî li Brukslê ye, raporta xwe ya dawî derbarê krîza Sûriyê de bi navê “Zêdebûna krîza aloz ya navbera Sûriyê û Tirkiyê”, ku ji 48 rûpelan pêk tê, belav kir.
Di raporta xwe de ICG balikşandiye li ser rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Tirkiyê bi cih bûne û wiha dide zanîn: “Li Tikriyê mameleke cuda ji penaberên ereb ligel penaberên Kurd ên Sûrî tê kirin.”
Herwiha ICG di raporta xwe de li ser zarê berpirsekî BDP ragihadniye ku Tikriyê rê nade birîndarên Kurd ên li ser xala sînorî li bajarê Gazî Entab ku derbasî nava xaka Tikriyê bib, ji ber ku berpirsên Tikr bigomanên ku ew birîndar ser bi PYD ve ne.
Herwiha wî berpirsê BDP ji ICG gotiye ku penaberên Kurd bêpar bûne ji wan alîkariyên ku bo penarên li Tikriyê hatine şandin.
Wî berpirsê BDP, ku navê wî di raportê de nehatiye aşkere kirin dibêje ku damezrandina PYD li navçeyên Kurd li Sûriyê yek ji wan sedeman bû ku Tikriyê dest bi proseya aşitiyê ligel PKK kiriye.
Di Mijdara borî de, di demekê de ku nêzîk 1 hezar hemwelatiyên Kurd dixwestin ji Qamişlo derbasî Nisêbînê bibin, polîsên Tikriyê bi gaza firmêskrij rûbirûyê wan bû.
Rayedarên Tikriyê tohmete nijadperetiyê li dijî Kurd red dike û li ser zarê çen navendeke hawarhatinê dibêjin ku hinek alîkarî gihiştine wan navçeyên Sûriyê ku Kurdnişînin û ji aliyê Kurdan ve tên rêvebirin.
Herwiha di raposta ICG de hatiye ku Enqere rêgirî li pêşkeftinên PKK û PYD li bakurê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê, dike “Ew jî bi bi rêya piştgiriya grûpên opozîsyona Sûriyê, di nav wan de jî grûpên cîhadî da ku li dijî PYD rawestin.”
Di dawiya braporta ICG de hatiye ku heta aîşeya ligel PKK neyê çareserkirin, dê Tikriyê bi çavê gefê li PYD binêre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse