Chomsky ji bo Rojavayê Kurdistanê hişyarî da
Navenda Nûçeyan- Hizirmendê amerîkî û zimanasê navdar li cîhanê, Noam Chomsky ragihand ku, eger artêşa Tirkiyeyê derbasî Sûriyê bibe dê ji her kesî zêdetir ziyan bigihê rêjîma wî welatî û gelê Rojavayê Kurdistanê.
Noam Chomsky ji rojnameyeke Tirkiyeyê re ragihand: “Pêkanîna wê operasyonê ji aliyê Tirkiyeyê ve dê ziyaneke mezin bigihîne wan kesên ku li dijî DAIŞê şer dikin. Hêvîdar im hemû welat wê operasyonê şermezar bikin.”
Di vê dema dawî de Tirkiye hêza xwe li ser sînorê Sûriyê kom dike û dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bibe û herêmek tampon ava bike. Cerablus dikeve navbera herdu herêmên Kobanî û Efrînê de û niha di destê DAIŞê de ye.
Bi nêrîna Chomsky, ew operasyon dê ziyaneke mezin bigihîne xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku li dijî DAIŞê şer dikin.
Wî hizirmendê amerîkî wiha got: “Em dibînin ku ev demek e Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dibêje em nahêlin dewletekî kurdî li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) yê ku xelk li wir berevaniyê li xwe dikin, çêbibe. Herwiha Tirkiye hêza xwe li ser sînorê wê kom dike. Lê ew welat nikare bi bêrazîbûna Amerîkayê derbasî nava Sûriyê bibe, lê dîsa jî kes nizane dê çi paşerojek li pêşiya Tirkiyeyê be eger wî karî bike.”