Îtalya vîzeya kar dide nîv milyon kesî

Dusseldorf - Rûdaw) Hikûmeta Îtalyayê hefteya borî biryar da ku di nava 3 salên bê de, 500 hezar vîzeyên kar bide hêza kar a ji welatên derveyî Yekîtiya Ewropayê.

Ev biryar derfetê li pêş welatiyên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê, di nav de jî ji Herêma Kurdistanê vedike.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîra Îtalyayê, armanc ji vê biryarê ew e ku pêdiviya aboriya wî welatî bi hêza kar bê dabînkirin ku ev hêza kar li navxweya welat peyda nabe.

Zêdetirî nîvê van vîzeyan ji bo karên werzî, wekî mînak di sektora çandiniyê de hatine veqetandin.

Nêzîkî 230 hezar vîze jî dê ji bo karên din û kesên ku dixwazin karsaziya xwe bikin bên dayîn.

Hikûmeta Îtalyayê bi vê pêngavê dixwaze rê li ber koça neyasayî bigire û teşwîqê bide koça yasayî.

Her çiqas sektorên karsazî, pîşesazî û çandiniyê pêşwazî li biryarê kiribin jî, partiyên mixalefetê hikûmetê rexne dikin.

Partiyên dijber dibêjin, ew biryar dê tenê li ser kaxezê bimîne û hikûmetê mekanîzmayeke wisa daniye ku di pratîkê de rê nade vîze bigihîje daxwazkaran û karker bikarin li Îtalyayê bimînin û karê xwe bidomînin.