“Bexda razî bû paşê Amerîka çek û cebilxane da kurdan”

05-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîplomatê amerîkî û balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zalmay Xelîlzad ragihand ku divê Amerîka di alîkarîkirina hêzên kurdî û Iraqê de lezê bike. Xelîlzad her wiha got, Amerîka bi rizamendiya Bexdayê çek û cebilxane daye kurdên Başûrê Kurdistanê.

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zalmay Xelîlzad, di nivîsekê de ku di rojnameya Washington Post a amerîkî de hatiye belavkirin, behsa helwesta Amerîka li hember bûyerên vê dawiyê yên Şingal û Mûsilê dike.

Xelîlzad eşkere dike ku piştî ku Bexda razî bû paşê Amerîka çek û cebilxane da hêzên Pêşmerge yên Başûr her wiha dema ku hêzên asimanî yên Iraqê li Şingalê çekdarên DAIŞê dan ber bombeyan bi hemahengiya Amerîka bû.

Wî dîpolomatê amerîkî di nivîsa xwe de behsa wan balafirên ku alîkariyên mirovî ji awareyên êzîdî yên li çiyayê Şingalê re birine, kiriye û gotiye, Amerîka ew karê han organîze kiriye û di gihandina wan alîkariyan de hevkarî kiriye.

Zalmay Xelîlzad ji Amerîka xwest di alîkarîkirina kurd û Iraqê de lezê bike û zêdetir alîkariyê bide wan.

Wezareta Derve ya Amerîka jî gotinên Xelîlzad piştrast kir lê daxuyaniya wî ya derbarê hemahengiya Iraq û Amerîka li Şingalê red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst