Di hilbijartinên îsal ên Swêdê de 28 namzedên kurd hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li Swêdê roja 14ê Îlona îsal 3 hilbijartin tê lidarxistin lê dengdana hilbijartinan ji roja 31ê Tîrmeha îsal ve dest pê kiriye. Di hilbijartinên Swêdê de 28 namzedên kurd hene ku çavên wan li dengên kurdên Swêdê ne.
Pêvajoya denganê ya hilbijartinên parlamento, şaredarî û encumenên parêzgehên Swêdê ji roja pênşema borî (31ê Tîrmeh) ji bo swêdiyên ku li derveyî welêt in, dest pê kiriye.
Li gorî qanûnên hilbijartinê, swêdiyên ku li derveyî welatê xwe dijîn dikarin bi rêya konsulxane û balyozxaneyên Swêdê li wan welatan deng bidin, li welatên ku balyozxaneya Swêdê lê tine jî dikarin bi rêya nûnertiyan yan jî bi rêkên elektronîk dengên xwe bidin.
Hilbijartinên giştî yên Swêdê jî dê roja 14ê Îlona îsal tên lidarxistin. Îsal saleke taybet e ji bo Swêdê ji ber ku 4 hilbijartin li wî welatî hat lidarxistin. Hilbijartina ewil ya Parlamentoya Ewropayê bû ku roja 25ê Gulana îsal hat kirin, 3 hilbijartinên din jî (parlamento, şaredarî, encumenên parêzgehan) jî hîn mane.
Li Swêdê 150 hezar kurd dijîn ku dike %1ê nifûsa wî welatî. Kurd dê tevlî 5 hilbijartinan bibin ji ber ku jibilî hilbijartinên Swêdê çûn ser sindoqên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî.
Gelo hêzên çepgir dê bikaribin biser bikevin?
Li Swêdê du partiyên serekî pêşengtiyê dikin. Baskê rastgir ji aliyê Partiya Moderatê ya desthilatdar ve tê meşandin û baslkê çepgir jî ji aliyê Partiya Sosyaldemokrat ve tê birêvebirin. Baskê rastgir ji Partiya Moderat, Partiya Gel a Lîberal, Partiya Demokrat Mesîhî û Partiya Senter pêk tê.
Lê baskê çepgir ku dijbereya hikûmetê ye, ji Partiya Kar a Sosyaldemokrat, Partiya Keskan û Partiya Çepgir pêk tê. Partiya Demokratên Swêdî (ku wek partiya nijadperestan tê zanîn) jî bi tenê serê xwe ye.
Rêjeya dengên partiyên Swêdê di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de nîşan dide ku nexşeya siyasî yaw î welatî hatiye guhertin ji ber ku him dengên baskê çepgir zêde bûn him jî dengên partiyên nijadperest zêde bûn. Ev jî dide xuyakirin ku îhtimalek mezin heye ku di hilbijartinên parlamento û her du hilbijartinên din ên Îlonê de partiyên çepgir desthilatê bixin destê xwe.
350 kurd li nav saziyên dewleta Swêdê de ne
Hilbijartinên Swêdê ji kurdên wî welatî re girîng e ji ber ku 350 kurd di nav dewletê de kar dikin ku 6 ji wan endamên parlamentoyê ne. navên wan jî wiha ne: Îsmaîl Kamîl û Gulan Avci ji Partiya Gel a Lîberal, Cebar Emîn û Rêbwar Hesen ji Partiya Jîngehê, Amîne Kake Bawe ji Partiya Çep û Şadiye Heyderî ji Partiya Kar a Sosyaldemokrat.
Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de ku roja 25ê Gulana îsal hat lidarxistin, 6 berbijêrên kurd hebûn û ti namzedekî kurd nekarî wek nûnerê/a Swêdê derbasî Parlamentoya Ewropayê bibe lê Kurdo Baksî û Evîn Încir karîn bibin endamên yedek ên parlamentoyê.
Di hilbijartinên îsal ên Swêdê de ku roja 14ê Îlonê tê lidarxistin gelê Swêdê dê ji bo hilbijartina 349 endamên parlamentoyê herin ser sindoqan. Di hilbijartinên îsal ên Swêdê de 29 partî beşdar in û dê li ser wergirtina endamtiya parlamento, encumenên parêzgehan û komonan hevrikiyê bikin.
28 kurd di hilbijartinan de namzed in
Ji nav wan 29 partiyên swêdî de 28 namzedên kurd ji her sê hilbijartinan re hatine namzedkirin û bi ser 8 partiyan de dabeş bûne, her wiha 4 kurd jî serokatiya lîsteya partiyên xwe dikin.
Îsmaîl Kamîl ku kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye û niha endamê Parlamentoya Swêdê ye, serokatiya lîsteya Partiya Gel a Lîberal li Herêma Opsala dike.
Erdelan Şêx jî serokatiya lîsteya Partiya Kar a Sosyaldemokrat li Herêma Opsala dike, Cebar Emîn jî serokatiya lîsteya Partiya Jîngehê dike li devera Omiye ya girêdayî Herêma Vînîstirpoint. Tara Tuwana jî seroka lîsteya Partiya Kar a Sosyaldemokratê di hilbijartinên encumenên parêzgehan de ye li du deverên girîng ên paytext Stokholmê.
Namzedên diyar ên kurd
Kurdo Baksî, nivîskar û rojnamevanê navdarê wî welatî ye û li bajarê Stokholmê dijî. Namzedê Partiya Jîngehê ya Kesk e her wiha wek endamê yedek ê Parlamentoya Ewropayê ye. Şadiye Heyderî, li bajarê Yotoborî dijî û berbijêra Partiya Kar a Sosyaldemokrat e.
Amîna Kake Bawe, ji Rojhilatê Kurdistanê ye û berbijêra Partiya Çep e û niha jî endama Parlamentoya Swêdê ye. Rêbwar Hesen û Cebar Emîn ku her du jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne, namzedên Partiya Jîngehê ne, niha jî endamên Parlamentoya Swêdê ne.
Propagandaya kurdî
Li gorî pîvanên ku Fermangeha Hilbijartinan a Swêdê bi zimanê kurdî li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye, divê propagandayên hilbijartinan bi her du zaravên kurmancî û soranî yên kurdî bên kirin. Di dengdanê de sê pisûleyên cuda bi rengên zer, şîn û spî ji bo hilbijartinên parlamento, şaredarî û encumenên parêzgehan hatine çapkirin.
Kurd dengê xwe nadinê
Cebar Emîn ku niha endamê Parlamentoya Swêdê ye hevdem di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de namzedê Partiya Kesk bû lê nekarî biser bikeve, dîsa jî xwe namzedê partiya xwe di hilbijartinên parlamentoyê de ye û serokatiya lîsteya partiya xwe li Herêma Vesterbotîn dike.
Cebar Emîn dibêje, li herêma me deng pir bi hêsanî tê bidestxistin û gellek kurd jî li vir dijîn lê ez piştrast im ku pirraniya kurdan dê dengên xwe nedin min ji ber ku nêzîkî hêzeke kurdî ne. Emîn her wiha diyar kir, mixabin gellek kes û alî kurdiniyê naxin pêşiya berjewendiyên xwe. Li gorî wî, ev yek vedigere rexneyên wî yên li PDK û YNKê. Lê nûnerên PDK û Gorranê beriya niha ji Rûdawê re gotibûn, kurdbûn li pêşiya her tiştekî ye û dê gel gij bikin ku dengên xwe bidin namzedên kurd.
Her çiqas nîvê kurdên Swêdê dikarin deng bidin lê li gorî namzedê Partiya Jîngehê Kurdo Baksî, tenê 25 hezar kurdên Swêdê dê deng bidin, ev jî têra wê dike ku namzedên kurd biser bikevin helbet bi şertê ku ew rêjeya dengderên kurd hemû dengên xwe bidin namzedên kurd.
Kurdo Baksî behsa serkeftina xwe dike û dibêje, ji ber nivîsên min gellek swêdî pişta min digirin her wiha di nav endam û alîgirên PKK, PDK, YNK û Gorranê de jî alîgirên min hene.
Kurdo Baksî rexne li parlamenteran û namzedên berê girt û got, namzed û pirraniya parlamenterên berê xeletî kirin ku xwe nêzîkî kurdên Bakur yan jî Başûr kirin ji ber ku divê mirov bi awayekî stratejîk li kurdiniyê binêre.