Cezayê girtîgehê li Seroka Rêveberiya Xweser hat birîn
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Moldovayê, Seroka Rêveberiya Xweser a Gagauzyayê Yevgeniya Gutsul, bi hinceta ku kampanyaya wê ya hilbijartinên serokatiyê yên sala 2023yan bi awayekî neyasayî hatiye fînansekirin bi 7 salan cezayê girtîgehê ceza kir.
Li dadgeha li Kishineva paytexta Moldovayê rûniştina doza Seroka Rêveberiya Xweser a Gagauzyayê Yevgeniya Gutsulê hat lidarxistin.
Di rûniştinê de Gutsulê tohmeta li dijî xwe red kir lê dadgehê 7 sal cezayê girtîgehê da wê.
Her wiha Svetlana Popana Sekretera Partiya Şorê ya ku li Moldovayê qedexe ye jî bi 6 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Di rûniştinê de, li ber avahiya dadgehê xwenîşandanek hat lidarxistin.
Xwenîşanderan birêvebiriya Moldovayê bi zexta li ser herêmê tohmetbar kir û cezayê Gutsulê protesto kir.
“Ev biryareke siyasî ye ku fermana ji jor hatiye dayîn”
Yevgeniya Gutsulê diyar kir ku biryara 7 sal cezayê girtîgehê ne adil e û got:
“Ev biryareke siyasî ye ku bi fermana ji jor hatiye plankirin û bicihanîn.”
Gutsulê piştî rûniştinê di peyameke xwe de bal kişand ser wê yekê ku biryara 7 sal cezayê girtîgehê beriya hilbijartinên Parlamentoya Moldovayê hatiye dayîn û îdia kir ku desthilatdarî zextê li hêzên mixalefetê dike.
Seroka Rêveberiya Xweser a Gagauzyayê Yevgeniya Gutsulê got:
“Têkiliya vê biryarê bi edaletê re nîne. Ev biryareke siyasî ye ku bi fermana ji jor hatiye plankirin û bicihanîn.
Ev ne tenê li dijî min, li dijî sîstema demokratîk a Moldovayê jî biryarek e.
Ev hewldaneke tirsandina niştecihên Rêveberiya Xweser a Gagauzyayê ye.
Ev hişyariyek e ji bo hemû hêzên mixalif ên li welêt.
Ez vê pûçtiyê qebûl nakim. Ez dê ji bo rûmet û edaleta xwe têbikoşim.
Ez têk naçim. Ez dê vegerim cem gelê xwe, zarokên xwe û malbata xwe.
Em dê li dijî biryarê serlêdanê bikin û edaletê pêk bînin.”
Çi bûbû?
Ji bo diyarkirina serokê ku endamê daîmî yê hikûmeta Moldovayê ye, li Rêveberiya Xweser a Gagauzyayê Gulana 2023yan hilbijartin hatibûn kirin.
Di gera duyem a hilbijartinan de Yevgeniya Gutsula ku ji aliyê Partiya Şorê ya alîgira Rûsyayê û mixalifê desthilatê ve hatibû namzedkirin, bi ser ketibû.
Hikûmeta Moldovayê hişyarî dabû ku di hilbijartinên serokatiyê yên Rêveberiya Xweser a Gagauzyayê de sextekarî hatine kirin.
Çalakiyên Partiya Şorê ya karsaz Îlan Şorê ku bi dizîna pereyan ji budceya Moldovayê tê tohmetbarkirin û tê îdiakirin ku li Îsraîlê xwe vedişêre, Hezîrana 2023yan hatibûn qedexekirin.
Yevgeniya Gutsula ku sala 1986an li gundê Tuyluyê yê herêma Valkaneşê ya Rêveberiya Xweser a Gagauzyayê ji dayîk bûye 25ê Adarê li Balafirgeha Kishinevê hatibû desteserkirin.
Gutsula ku du zarokên wê hene, di rûniştina 28ê Adarê de, bi hinceta ku kampanyaya wê ya hilbijartinên serokatiyê ya 2023yan bi awayekî neyasayî hatiye fînansekirin, biryara 20 roj girtina wê hatibû dayîn.
Dadgeha Kishinevê 9ê Nîsanê biryar dabû ku Gutsul di hepsa malê de bimîne û dema hepsa malê piştre hatibû dirêjkirin.