‘Dapîra Koreya Bakûr' her car karesatan salox dide

05-09-2017
RÛDAW
Ri Chun-hee
Ri Chun-hee
Nîşan Koreya Bakûr KCTV Ri Chun-hee Bêjer
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Bêjera televîzyona dewletê ya Koreya Bakûr KCTV, Ri Chun-hee, her cara derdikeve ser şaşeya televîzyonê û bi germ û hemasî nûçeyekê dixwîne, agahiya karesat û krîzekê dide temaşevanan.

 

Ri Chun-hee ev 40 sal in bêjera televîzyona KCTV ye. Roja 3ê Îlona 2017ê, dema Koreya Bakûr mûşeka nûkleerî ceriband û ev yek jî bû sedema erdhejê, Ri Chun-hee careke din bi cilên xwe yên pîvazî û pembehî derkete ser şaşê, bi coş û xiroş û hindek jî bi acizî got: “Me vê nîvroyê bombeya xwe bi serketî teqand!”

 

Ri Chun-hee niha 74 salî ye û êdî weke berî nûçeyan ji ber naxwîne. Li nivîsa li ser rûpela pêş xwe dinêre û dixwîne. Lê ew bi şêweyê pêşkeşkirina xwe ya nûçeyan, di cîhanê de bûye sîmaya bi navûdeng a Koreya Bakûr. Cîhan wê weke “Dapîra Koreyiyan” nas dike.

 

Ri Chun-hee kî ye?

 

Bêjara koreyî Ri Chun-hee berî dest bi bêjeriyê bike, di beşa Şano û Film a Zanîngeha Pyongyangê dixwend. Ri di sala 1971 ê de bû bêjera KCTVê.

 

Bêjera serkeftî di nava 3 salan de bû pêşkeşkara sereke ya vê televîzyonê û herwiha malbata desthiladar a Kim jî jê hez kir.

 

Di dema pêşkeşkirina nûçeyên giring ên welatê xwe de, an jî pêşkeşkirina peyama welatê wê ya li hember dewletên din, Ri cilên xwe yên gelerî berdike û bi ziman û şêwazê xwe yê xweser nûçeya xwe dixwîne.

 

Di sala 1994ê de, dema serokê Koreya Bakûr Kim Il-sung bi navê din “Bavê Netewa Koreyê” mir, Ri Chun-hee nûçeya mirina wî bi çavekê pir bi rondik xwend. Herwiha di sala 2011ê de dema bavê serokê niha, Kim Jong-il jî mir, careke din Ri li ser şaşeyan bû. Lê kesî nezanî ka ji ber tirsa xwe digrî yan ji ber êşa dilê xwe.

 

Ri Chun-hee niha 74 salî ye û malnişîn bûye lê dîsa jî hikûmeta Koreya Bakûr, dema bûyereke mezin çêdibe, wê tînin ser televîzyonê.

 

Hêjayê gotinê ye, ku roja 3ê Îlonê Koreya Bakur mûşekeke balîstîk a nûkleerî ceriband û di encamê de erdhejeke bi pileya 6.3 rû da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst