Macron û Trump li dijî Çîn û Rûsyayê: ‘Em amade ne cezayan bisepînin’
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja pêncşemê ragihand ku eger Moskow dan û standinên aştiyê yên bi Ukraynayê re red bike, welatên Ewropayê dê bi hevahengiya Amerîkayê cezayên zêdetir bi ser Rûsyayê de bisepînin.
Emmanuel Macron ev daxuyanî piştî civîna "Hevpeymaniya Welatên Dilxwaz" a li Parîsê, di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de li gel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy da.
Hevpeymanî ji 35 welatan pêk tê ku piştgiriya Ukraynayê dikin û ji bo ewlehiya piştî şer soza hevkariyê dane.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got:
“Ez dikarim îro ji we re bibêjim ku em amade ne.
Ev Hevpeymaniya Welatên Dilxwaz ku hevpeymaniyeke ji bo aştiyê ye, îro sozên leşkerî û siyasî yên 35 endamên xwe ji bo dabînkirina garantiyên aştî û ewlehiyê ji bo Ukraynayê anî ziman.”
Serkirdeyên Ewropayê ragihand ku divê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo bidawîanîna şer bixebite.
Her wiha piştî civînê, ew bi rêya telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî axivîn.
Macron di beşeke din a axaftina xwe de amaje pê kir û anî ziman:
“Heger Rûsya di redkirina dan û standinên aştiyê de berdewam be, em dê bi hevahengiya Amerîkayê cezayên zêdetir bisepînin û dê bersiveke me ya zelal ji bo vê redkirinê hebe.
Ev heman tişt bû ku Serok Trump berê di pêwendiyê de behs kiribû.”
Trump: Zextê li Çînê bikin
Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê ji welatên Ewropayê xwestiye ku ji ber piştgiriya wê ya ji bo êrişa Rûsyayê ya li Ukraynayê, zexta aborî li Çînê bikin.
Berpirsekî payebilind ê Koşka Spî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Ajansa France-Presse re got ku Trump di pêwendiyeke vîdyoyî de bi serkirdeyên Ewropî re gotiye:
“Pêwîst e Ewropa kirîna petrola Rûsyayê rawestîne ku xerciya şer dabîn dike.”
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ku ew jî beşdarî civînê bûbû, berê ragihandibû ku Trump ji kirîna petrola Rûsyayê ji aliyê Ewropayê ve “gelekî nerazî ye” û amaje pê kiribû ku kiryar Macaristan û Slovakya ne.
Zelenskyy her wiha diyar kir ku di wê pêwendiyê de li gel Trump û serkirdeyên Ewropayê, wan gotûbêj li ser cezayên li dijî Rûsyayê û parastina asmanê Ukraynayê kirine.
Trump, ku hewlên wî yên navbeynkariyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de têk çûne, heta niha eşkere nekiriye ku dê gava wî ya bê ji bo bidawîanîna şer çi be.
Ligel vê yekê, Trump di van demên dawî de bi tundî êrişî Çînê kir.
Trump roja sêşemê Serokê Çînê Xi Jinping bi wê yekê tometbar kir ku li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li dijî Amerîkayê planan çêdikin.
Ev yek jî piştî wê hat ku her sê serkirde li Pekînê ji bo temaşekirina nîşandaneke mezin a leşkerî ya ji bo salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyem kom bûn.