Lehiyê Nepal daye ber xwe, gelek mirî û winda hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nepala ku welatekî Başûrê Asyayê ye di encama lehî, hezaz, birûsk û baranên dijwar de herî kêm 47 kes mirin.

Baranên dijwar ên ku li Nepalê bi bandor bûn li herêmên cuda yên welêt bûn sedema karesatan.

Rayedaran ragihand ku di encama lehî, hezaz, birûsk û baranên dijwar de 47 kes mirine û 12 kes jî winda ne.

Rayedaran destnîşan kir ku ji ber barana zêde seferên navxwe yên balafiran hatine rawestandin.

Her wiha hinek ji rêyên sereke yên ku paytext Katmanduyê bi herêmên din ve girê didin jî ji ber metirsiya hezaza erdê hatine girtin.

Hikûmeta Nepalê ji bo rojên 4-6ê Çiriya Pêşîn ji bo beşên rojhilat û navendî yên welêt "hişyariya barana dijwar" dabû û ev roj wekî betlaneya niştimanî ragihandibû.

Baranên musonê yên ku bi taybetî di navbera Hezîran û Îlonê de li Başûrê Asyayê bi bandor in, her sal li Nepalê dibin sedema lehiyê.