Rûsyayê, Ukrayna bombebaran kir: Polonyayê balafirên şer rakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ukraynayê ragihand ku êrişeke Rûsyayê ya li Zaporizhzhiayê bûye sedema kuştina kesekî.
Polonyayê jî da zanîn, ji bo ku asmanê welatê xwe ji êrişên Rûsyayê biparêze wan balafirên şer rakirine.
Serokê Herêma Zaporizhzhiayê ya li başûrê rojhilatê Ukraynayê Ivan Fedorov li ser Telegramê ragihand ku doh “êrişeke piralî” ya Rûsyayê jinek kuştiye û 9 kes jî birîndar kirine.
Ivan Fedorov diyar kir ku keçikeke 16 salî di nav birîndaran de ye û birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve tên dermankirin.
Fedorov çend wêne belav kirin ku diyar dibe li cihê êrişê hatine girtin û xuya dike ku beşeke avahiyekê wêran bûye û otomobîlek şewitiye.
Li seranserî Ukraynayê ji saet 04:09ê sibehê ve hişyariya êrişa asmanî hat dayîn.
Hêzên Çekdar ên Polonyayê li ser tora civakî ya Xê ragihand ku wan çend balafirên şer xistine nava liv û tevgerê û bi taybetî li wan herêmên ku nêzîkî Ukraynayê ne sîstemên xwe yên parastina asmanî jî ji bo parastina asmanê welatê xwe xistine amadehiyê.
Şaredarê Lvivê ku bajarekî rojavayê Ukraynayê yê nêzîkî sînorê Polonyayê ye ragihand ku ji ber “êrişeke berfireh a dijmin” xetên veguhastina giştî ji kar ketine.
Şaredarê Ivano-Frankivskê ku ew jî bajarekî din ê li rojavayê Ukraynayê ye anî ziman ku veguhastina giştî “dê ji dema asayî derengtir dest bi kar bike”.
Hevdem bi hatina demsala sermayê re, Rûsyayê êrişên xwe yên li binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê zêde kirine.
Fedorov ragihand ku êrişa şeva borî ya Rûsyayê bûye sedem ku “zêdetirî 73 hezar aboneyên li Zaporizhzhiayê bêelektrîk bimînin”.
Şaredarê Lvivê jî got, beşeke bajêr bêelektrîk e.