Rojnameger Şukru Gulmuş koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger, nivîskar û birêvebirê berê yê PKKyê Şukru Gulmuş, li Almanyayê koça dawî kir.

Şukru Gulmuşê ku sala 1954an li Êlihê ji dayik bûye, sala 1974an di dema xwendina xwe ya li Dibistana Mamosteyan a Kirşehîrê de bi derdora Komel-Rizgarî re pêwendî danîbû.

Gulmuş paşê di pêvajoya damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de cih girt.

Şukru Gulmuş, di derbeya 1980yî de bi hinceta endamtiya PKKyê hat girtin û li Zîndana Amedê ma û rastî şkenceyên giran hat.

Piştî ku 11 salan li Girtîgeha Amedê ma dawiya sala 1991ê hat berdan.

Piştî ku ji girtîgehê derket çû Kampa Bekayê ya PKKyê ya li Sûriyeyê.

Paşê sala 1992yan li Tirkiyeyê li gel komek rewşenbîran rojnameya Ozgur Gundemê damezirand.

Demekê gerînendetiya weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kir.

Şukru Gulmuş piştî zêdebûna zextên li ser rojnameyê û bombebarankirina rojnameyê derket Ewropayê.

Li Ewropayê sala 1996an hemû têkiliyên xwe bi PKKyê re qut kirin û malpereke bi navê “Nasname”yê ava kir.

Li malperê nivîsên ku Abdullah Ocalan û PKKyê rexne dikin nivîsandin.

Ji aliyê rêxistinê ve “xaîn” hat îlankirin.

Gulmuş ku xwediyê gelek gotar û nivîsan e û romaneke wî ya bi navê "Tirsa Min Wekî Siya Min e" (Korkum Gölgem Gibi) jî heye.

Gulmuş ji ber dema dirêj a di girtîgehê de û pirsgirêkên tenduristiyê yên piştî wê, demek bû ku ji ber nexweşiya kezebê dihat dermankirin.

Şukru Gulmuşê ku herî dawî piştî neqla kezebê li nexweşxaneyê bû, şeva borî li Almanyayê, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, cenazeyê Gulmuş dê sibe bişînin Amedê.

Termê wî dê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Amedê were wergirtin û li bajarê wî Êlihê were veşartin.