Îranê 2 welatiyên Fransayê berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku 2 welatiyên Fransayê yên ku ji sala 2022yan ve li Îranê girtî bûn hatine berdan.

Macron li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got, "Cecile Kohler û Jacques Parisê ku 3 sal in li Îranê girtî ne, ji Girtîgeha Evînê hatin berdan."

Macron diyar kir ku ew "ew vê gava yekem bi kêfxweşî pêşwazî dike" û da zanîn ku dan û standin ji bo ku welatî "di demeke herî kurt de" vegerin welatê xwe didomin.

Welatiyên Fransayê Cecile Kohler û Jacques Paris, di geşteke xwe ya Gulan a 2022yan de li Tehranê hatibûn girtin.

Rayedarên Îranê, Kohler û Paris bi "sîxurî” û “handana (teşwîqkirin) xwenîşandanên li welêt" tawanbar kiribûn.