Hewlêr (Rûdaw) – Di encama teqîneke xwekujî de li ber avahiya Wezareta Parastina Yemenê li paytext Senayê, herî kêm 29 kes hatin kuştin û zêdetirî 70 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Reutersê, îro (05.12.2013) danê sibê û piçekî piştî destpêkirina dewama fermî li ber avahiya Wezareta Parastina Yemenê li paytext Senayê teqîneke xwekujî bi rêya otomobîleke bombekirî çêbû.
Li gorî nûçeyê, di bûyerê de heta niha 29 kes hatine kuştin û zêdetirî 70 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku hinek çekdarên ku êrişî wezareta parastinê kiribûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yemenê ve hatine kuştin.
Tê gotin, êrişkaran kincên eskerî li xwe kiribû lê heta niha nayê zanîn ka ev êrişa han ji aliyê kîjan kom yan rêxistinê ve hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse