Anonymousê li ser radestkirina penaberê Kurd 2 malperên Swêdê hackkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûba hacker a bi navê Anonymous li ser radestkirina penaberê Kurd ê bi navê Mahmut Tat bo Tirkiyê, malpereke fermî ya hikumeta Swêdê û malpera fermî ya nûçeyan a wî welatî ragirt.

Swêdê 2ê Mijdara 2022an welatiyê Kurd ê bi nave Mahmut Tat ku penaberê siyasî bû, radestî hikumeta Tirkiyê kir.

Ev biryara Swêdê di nav piraniya saziyên mafên mirov û kesayetan ve bû sedema karvedanan.

Grûba hacker a bi navê Anonymous weke karvedanek bo radestkirina penaberê Kurd  malpereke fermî ya hikûmeta Swêdê “sweden.gov.se” û malpera wê ya fermî ya nûçeyan “tt.se” ragirt.

Grûba hacker a Anonymous girtina wan malperên Swêdê li ser hisabê xwe yê Twiiterê ragihandiye  û gef li hikûmeta Swêdê xwariye û dibêje “Eger hikumeta Swêdê li ser radestkirina girtiyên siyasî bo rejîmên faşîst berdewam be, em dê bi rawestandina sîsteman nesekinin û wan jinav bibin.”

Mahmut Tat xelkê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 2015an de bi hinceta “endamtiya rêxistina PKKê” bi 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Piştre weke penaberê siyasî koçî Swêdê kiribû piştî ku di 22ê Mijdara 2022an  ji aliyê polîsên Swêdê ve hatibû destserkirin bo Tirkiyê hatibû radestkirin.”