Almanya: Hejmara koçberên ku bi dilê xwe vedigerin ji sedî 40 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Entegrasyonê ya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) ya Almanyayê ku eyaleta herî qerebalix a wî welatî ye, amarên dersînorkirinê bi Rûdawê re parve kirin.

Li gorî amarên wezaretê, di 10 mehên destpêkê yên sala 2025an de 329 kes dersînorî Tirkiyeyê û 155 kes jî dersînorî Îraqê hatine kirin.

Wezareta Zarok, Ciwan, Malbat, Wekhevî, Penaber û Entegrasyonê ya NRWyê pirsên nûçegihanê Rûdawê bi rêya e-mailekê bersivandin.

Hat diyarkirin ku ji ber guherînên di polîtîkayên koçberiyê yên federal û eyaletê de hejmara dersînorkirinan zêde bûye.

Berdevkê Wezaretê eşkere kir ku di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an de 329 kes dersînorî Tirkiyeyê, 155 kes dersînorî Îraqê û 6 kes jî dersînorî Îranê hatine kirin.

Her wiha hat ragihandin ku niha 146 kes li navendên çavdêriyê girtî ne da ku werin dersînorkirin.

"Vegera bi dilê xwe ji dersînorkirinê erzantir e"

Wezaretê tekez kir ku ew teşwîqa "vegera bi dilê xwe" dikin ji bo wan penaberên ku serlêdana wan a mafê penaberiyê hatiye redkirin.

Hat diyarkirin ku vegera bi dilê xwe ji bo xezîneya giştî ji operasyonên dersînorkirinê "kêmtir bi mesref e."

Li gorî amaran di 10 mehên destpêkê yên salê de 2 hezar û 122 kesên ku mafê wan ê mayînê tunebû, di çarçoveya bernameya vegera bi dilê xwe de vegeriyane welatên xwe.

Hat tomarkirin ku ev hejmar li gorî heman heyama sala 2024an ji sedî 40 zêde bûye.

Wezîra Penaberan a NRWyê Josefine Paulê li ser mijarê got:

"Kesên ku tên cem me lê perspektîfa wan a mayînê nîne, divê ji bo dîtina rêyeke guncav a vegera welatên xwe werin piştgirîkirin.

Vegera bi dilê xwe her tim însanîtir, hêsantir û bi bandortir e."

Navendên nû yên dersînorkirinê vedibin

Birêvebiriya eyaletê ragihand ku ji ber zêdebûna karên dersînorkirinê kapasîteya heyî têrê nake û dê navendên nû werin vekirin.

Berdevkê Wezaretê diyar kir ku kapasîteya navenda li Burenê ku niha yekane navenda dersînorkirinê ya eyaletê ye 175 kes e lê ji ber pêdiviyê dê li bajarê Monchengladbachê navendeke nû ya bi kapasîteya 140 kesî bikeve xizmetê.

Her wiha hat parvekirin ku ji bo kesê tê dersînorkirin 50 euro alîkariya diravî tê dayîn.