Dilawer Ajgeyî: Divê ji bo vegerê alîkariya penaberên ji Sûriyeyê were kirin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Sûriye Alîkarî Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê beşdarî civîneke taybet a li ser Sûriyeyê bû ku Yekîtiya Ewropayê û welatên cîranên Sûriyeyê tê de beşdar bûn.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, wan ji bo vegera "bi dilê xwe" ya penaberên ji Sûriyeyê daxwaza alîkariyê kiriye.

Yekîtiya Ewropayê û welatên cîranên Sûriyeyê civîneke hevpar li dar xist.

Civîn li avahiya Komîsyona Ewropayê ya li Brukselê hat kirin û di çarçoveya "Sindoqa Alîkariyê ya Medadê" de bû.

Ev sindoq, sindoqeke alîkariya mirovî ya welatên Yekîtiya Ewropayê ye ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji bo penaberên ji Sûriyeyê yên ku li welatên cîranên Sûriyeyê dimînin.

Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re diyar kir ku di çarçoveya vê projeya Yekîtiya Ewropayê de wekî aliyekî fermî yê hikûmî miamele bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re tê kirin.

Di salên borî de jî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civînên vê projeyê bûye û gotara xwe pêşkêş kiriye.

"Divê welatên Ewropayê bibin alîkar"

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku wî di civînê de gotarek pêşkêş kiriye û bal kişandiye ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê ya di "hembêzkirina penaberên krîza Sûriyeyê de ku her ji destpêka derketina krîzê ve" kirine.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî got:

"Niha nêzîkî 270 hezar penaberên Sûriyeyî li Herêma Kurdistanê dijîn.

Me xwest ku welatên Ewropayê ji bo hewara penaberan bibin alîkar û her wiha di pêvajoya vegerandina penaberan de jî alîkarî bê kirin."

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê her wiha anî ziman:

"Heyeta Komîsyona Ewropayê ku mazûvaniya civînê dikir, pesnê rola erênî ya Herêma Kurdistanê da û soz hat dayîn ku daxwaz û pêşniyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çavan bên girtin."

Sindoqa Medadê, piştevaniyeke welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku taybet e bi krîza Sûriyeyê.

21 welatên Yekîtiya Ewropayê bi giştî bi 740 milyon euroyî beşdarî vê sindoqa alîkariyê bûne.

Medadê 24 proje li Îraqê kirine ku bihayê wan ê giştî 16 milyon euro ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst