Amerîkayê li keştiyekê xist, 4 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li Rojhilatê Pasîfîkê bi îdiaya qaçaxçîtiya madeyên hişbir êrişî keştiyekê kiriye û 4 kes hatine kuştin.

Di bombebaranên Amerîkayê yên li Pasîfîk û Deryaya Karayîpê de heta niha 87 kes hatine kuştin.

Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM), di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku wan li "avên navneteweyî" keştiyek kiriye armanc ku wekî ya "rêxistina terorê" dihat pênasekirin.

Fermandariyê vîdeoyek belav kir ku tê de xuya dike keştî bi lez di nav avê de diçe û pişt re di encama bombebaranê de agir pê dikeve.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di keştiyê de 4 terorîstên madeyên hişbir (narko-terorîst) hatin kuştin."

Îdareya Trump dibêje ku ew "bi terorîstên qaçaxçiyên madeyên hişbir re di nav şer de ne" û wan hêzeke mezin a leşkerî şandiye Karayîpan.

Birêvebiriya Amerîkayê mehên dawî stratejiya xwe ya li dijî rejîma Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro tundtir kir û wî ji qaçaxçîtiya berbelav a madeyên hişbir a li Amerîkayê berpirsyar dibîne.

Lê belê Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ev îdia red kirin û gelek caran anî zimên ku ti pêwendiya welatê wî bi çeteyên qaçaxçîtiya madeyên hişbir re nîne.

Maduroyê ku ji sala 2013an ve li ser desthilatê ye, dibêje ku Trump dixwaze welatê wî bixe nav krîzê û hewl dide wî ji kar dûr bixe.