Pêngava dîrokî ya li Parîsê: 'Îsraîl, Sûriye û Amerîkayê li hev kir'

Duh li 08:16
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Amerîka Lihevkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl, Sûriye û Amerîkayê li ser avakirina mekanîzmayeke hevbeş a parvekirina îstixbaratê li hev kir.

Li gorî daxuyaniyeke hevbeş, Îsraîl, Sûriye û Amerîkayê li hev kiriye ku "mekanîzmayeke hevbeş a kordinasyonê" ava bikin.

Ev mekanîzma dê wekî şaneyeke pêwendiyan a ji bo parvekirina îstixbaratê, kêmkirina rageşiya leşkerî, danûstandinên dîplomatîk û mijarên bazirganiyê kar bike.

Ev biryar piştî zincîreyeke hevdîtinên rayedarên bilind ên Îsraîl û Sûriyeyê yên li Parîsê hat ragihandin.

Hat diyarkirin ku Amerîka dê çavdêriya vê mekanîzmayê bike û ji bo ku rê li ber şaşfêhmkirinan were girtin dê "nakokiyan zû çareser bike."

Her wiha The Jerusalem Postê ragihand ku her du aliyan li hev kiriye ku di warên sivîl ên wekî derman, enerjî û çandiniyê de dest bi danûstandinan bikin.

Lêbelê rayedaran ji bo bicihanîna van gavan demek diyar nekiriye.

Kê di şandeyan de cih girt?

Li gorî daxuyaniyê, di şandeya Îsraîlê de Balyozê Îsraîlê yê Washingtonê Yechiel Leiter, Sekreterê Leşkerî yê Serokwezîr Roman Gofman û Serokê Demkî yê Encumena Ewlehiya Neteweyî Gil Reich cih girtin.

Şandeya Sûriyeyê ji Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî û Serokê Îstixbaratê Hisên Selame pêk hat.

Tîma Amerîkayê jî ji nûner Steve Witkoff, Jared Kushner û Nûnerê Taybet ê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack pêk hat.

Ev şaneya pêwendiyan wekî kanaleke mayînde tê pênasekirin da ku danûstandinên hestyar ên di navbera Quds û Şamê de bi rê ve bibe.

Armanca sereke ew e ku di bin çavdêriya Amerîkayê de peyamên ewlehiyê bên kordînekirin, şopandina dîplomatîk hêsan bibe û derfetên bazirganiyê bên lêkolînkirin.

Rola Amerîkayê û Plana Trump

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Amerîkayê mazûvanî û navbeynkariya van danûstandinan kiriye.

Washingtonê ev "gavên erênî" pîroz kirin û soz da ku piştgiriyê bide bicihanîna wan ku wekî beşek ji dîplomasiya berfireh a girêdayî plana herêmî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump tê dîtin.

Civîna Parîsê piştî têkiliyên bi navbeynkariya Amerîkayê yên ku bi mehan ajotin pêk hat.

Rayedarên Sûriyeyê jî sînyal daye ku ew ji bo destpêkirina dan û standinan amade ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst