Trump biryarnameya li dijî werzişvanên trans îmze kir
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump biryarnameya serokatiyê ya ku werzişvanên trans ji pêşbirkên werzişa jinan men dike îmze kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li merasîma îmzeyê ya li Koşka Spî di mijareke din de gav avêt ku dema pêvajoya hilbijartinê soz dabû.
Trump bi biryarnameya serokatiyê qedexe kir ku werzişvanên trans ên ku ji zikmakî mêr in beşdarî pêşbirkên werzişa jinan bibin.
“Ti karên werzişvanên trans di pêşbirkên werzişa jinan de tune”
Trump di axaftina xwe ya li merasimê de diyar kir ku wekî biyolojîk du zayend hene û ew jî "jin" û "mêr" in.
Wî got ku ew pênaseyên li dervayî van qebûl nakin û lewma jî ti karên werzişvanên trans di pêşbirkên werzişa jinan de tune.
Li gorî biryarnameyê, eger saziyên perwerdeyê yên fona federal distînin destûrê bidin ku werzişvanên jin beşdarî pêşbirkên werzişa jinan bibin, fona wan dê were birîn.